Di pêvajoya dosyaya destdirêjiyê de 'Tayînkirin' ne hêjayî nûçeyê ye?

  • 09:04 13 Tebax 2023
  • Medya Kritîk
 
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nêrînan nirxa nûçeyê diguhere û çi dibe nûçe an jî nabe diguhere. Asim Sultanoglu yê di çarçoveya lêpirsîna Doza Weqfa Ensar de navê wî derbas dibû wek Midûrê Perwerda Navenda Rihayê hat tayînkirin. Li dijî vê bertek mezin bûn lê çapemeniya alîgir ev bertek nedîtin.
 
Di salên dawî de nîqaşên nûçegîhaniya bialî-bêalî şûnde ketiye, her kes li cihê xwe gotina xwe dibêje an jî nabêje. Çapemeniya muxalîf, li hember çapemeniya azad sûcdariyên wekê bi talîmatan nûçeyan çêdikin, dike. Lê ev rastiyeke ku lêpirsînkirina rojnamegeriya ku li bendê talîmatiye nûçeyê binivîse, wê pêşiya wan vebike…
 
Nûçe, nûçegîhan û nûçegîhanî
 
Nûçe, wek tiştên demê de tên jiyîn an jî bûyera ‘rast-şênber’ ya cara yekem derdikeve holê, bi zimanekî fêmkirî û objektîk, bi tespîtan ragîhandine. Nûçegîhan jî kesê ku bûyerên rast û agahiyên rast digihîne girseyane. Nûçegîhanî jî pîşeya ragîhandina heqîqetê ya ji bo civakê ye.  Di rojnamegeriyê de navbera rojnameger û civakê de têkiliya baweriyê heye û ev têkilî bi nûçeyek rast, bawermend û lez xurt dibe. Berovajî vê ne yê radigihîne rojnamegere ne jî ev pîşe rojnamegeriye.
 
Tunusolên rojnamegeriyê
 
Di bin navê nasnameya rojnamegeriyê de ji civakê heqîqet veşartin, pîvanên ‘nirxên nûçeyê’ sist dike, heman demê de naveroka pîşeyê vala dike. Ji ber vê yeke jî çi ji bo kê an jî ji bo kîjanan nirxa nûçeyê dihewîne, cihê lê dimîne jî nîşan dide. Ji ber vê di çend salên dawî de di rojnamegeriyê de gelek mînakên ku bandora turnusole kirine dikare bên rêzkirin. Bêguman Komkujiya Roboskê ya veguherî travmayek civakî, di serî de tê. Di 28’ê Kanûna 2011’ê de saet di 21.37’an de 34 welatiyên Roboskê ji aliyê balafirên şer yên Tirk ve hatin qetilirin û piştî ji ‘jor’ talimat hat ‘nûçe’ hat çêkirin. Di şertên Tirkiyeyê de ev mînaka herî aşkera ya navbera çapemeniya alîgir û çapemeniya azad de ye.
 
Israra nedîtina rastiyan
 
Di Çileyê 2013’yan de li paytexta Parîs a Fransayê sê siyasetmedarên jin yên kurd hatin qetilkirin. Çapemeniya ku ev komkujî wek ‘encama hesabên navxweyî de pêk hatiye’  ragîhand û li ser nesekinîn ku komkujî bi destê MÎT’ê pêk hatiye. Ev nûçegîhanî jî yek ji mînakên ku dîsa tu carê nayê jibîrkirinê ye. Mînakên din dîsa di bûyera Îpek Er ku ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve berbi întîxarê ve çû, bûyera Cemaeta Îsmaîlaga ku yek ji damzerînerên Weqfa Hîranur Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G bi endamê tarîkatê Kadîr Îsteklî yê 29 salî re zewicandibû derket holê.
 
Çapemeniya bêhiş kirine!
 
Çapemeniya alîgir hostetiya manîpulekirina rastiyan nîşan dide û her wiha ji bo di hişê civakê de şûndeketinek hebe peywirê digire ser xwe. Di sûcên li hember zarokan de weşangeriyeke ku hişê civakê tune dike, dimeşînin. Di 2016’an de li Karamanê li 45 zarokan destdirêjî hatibû kirin û doz hatibû vekirin. Der barê doza Weqfa Ensar de, li sê rêveberan lêpirsîn hatibû vekirin û yek ji van Asim Sultanoglu bû. Lê Asim Sultanoglu wek Midûrê Perwerda Neteweyî ya Rihayê hat tayînkirin. Ji bilî çapemeniya azad û muxalîf tu saziyek çapemeniyê ev neanî rojevê. 
 
Çi bibû?
 
Wêneyê Asim Sultanoglu ku midûrê perwerda Karamanê bû, bi Muharrem Buyukbayraktar yê destdirêjî li zarokan kiribû û 508 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn, li yurdê bi zarokan re kişandibû derket holê. Asim Sultanoglu di 9’ê Gulana 2014’an de bi nîşeya ‘Em ji bo sohbetê hatin yurda KAÎMDER’ê. Maşelah zarok hemû wek zêr in’ parve kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Karamanê der barê Asim Sultanoglu de ku gotibû ‘li bajarê me yurd an jî xaniyên girêdayê KAÎMDER an jî Weqfa Ensar tûneye’ de di 2019’an de lêpirsîn da vekirin. Lê di lêpirsînê de pêşketinek tûneye.
 
Terfî li ser terfiyê
 
Piştî rojeva destdirêjiyê Asim Sultaoglu wek midûrê perwerdê tayînê Mereşê hat kirin. Piştî bertekan hat betalkirin. Piştre tayine Bursayê hat kirin. di 2021’ê de li ser bertekan terfiyê muşaviriya Wezareta Perwerdê hat kirin. Rawestgeha dawî ya Asim Sultanoglu Rihaye. Di 7’ê Tebaxê de peywira xwe ji Fevzî Kurt teslîm girt.
 
Çapemeniya alîgir li dijî tayînkirina Asim Sultanoglu bêdeng e û bi vê bêdengiya xwe jî vê erê dike.