Ber bi Komara Gîleadê ve!

  • 09:04 20 Tebax 2023
  • Medya Kritîk
 
Leyla Ayaz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cilê sor li wan dikin û serê wan dipêçin, rola wan diyar dikin. Li gorî rêgezên komarê û metnên olî ji bo berdewamiya zuriyetê bi merasimeke taybet wek makineyên welidînê derdixin pêşberî serdestan. Çend ev bibe mijara roman û rêzefîlma "The Handmaid's Tale" jî îro heman hişmendî rojevî ye û tê jiyîn.
 
Em her tim behsa guherîna rojevan dikin û bandora vê ya li ser civakê dinirxînin. Lê îro em dibînin ku ne rojev pergal diguhere. Guherîna pergalê em ê çawa bigirin dest? Di guhertinê de cihê jinê û bandora wê ya li ser civakê çawa be? Ji bo bersiva wan pirsan em ê li ser romana "The Handmaid's Tale" a femînist Margaret Atwood a ku piştre bûye mijara rêzefîlmê rawestin. Hewl bidin ku mijarê bi îro ve girêbidin.
 
Romana Margaret Atwood a femînist di sala 1985’an de hat weşandin û di sala 2017’an de jî bû rêzefîlm. Roman û fîlm bi her awayî ji hêla femînist, siyasetmedar, xwîner, temaşevan û rêxnegiran ve hat nîqaşkirin û nirxandin.
 
Romana ku di sala 1985’an de hat çapkirin hêj jî bala bi milyonan kesî dikişîne ser xwe. Her wiha wergerê gelek zimanan jî hat kirin. Nivîskara femînist Margaret, şopên dema xwe di çîrokê de tîne ziman û wiha dibêjê: “Ez ji geşedanên siyasî û civakî yên salên 1980’ê bi bandor bûm û pevxistina spekulatîf dibe ku bibe rastî jî.”
 
Di pirtûkê de tenê behsa çîroka jinekê nayê kirin qala gelek çîrokan tê kirin. Her wiha xwînerên jin jî xwe di nava wan çîrokan de dibînin. Nivîskar bandora civaka baviksalarî ya li ser jinê bi hemû hûrgiliyan radixe ber çavan û hest, serpêhatî û êşên jinê tîne ziman. Roman di sala 1985’an de Xelatên Governor General, di sala 1986’an de Xelata Booker, Xelata Nebula û di sala 1987’an de jî Xelata Arthur C. Clarke digire.
 
Romana femînist Margaretê cara ewilî di sala 1990’î de dibe fîlm lê ji ber ku naverok tê guhertin zêde nayê ecibandin. Piştre dibe mijara romanên grafîk, dûre jî di sala 2000’î de li Kopenhagê wek şano, di sala 2004 û 2005’an de li London û Kanadayê wek opera û di sala 2013’yan de jî wek baleyê derdikeve pêş. Herî dawiyê jî bi rêzefîlma ku di sala 2017’an de hat weşandin bal kişand ser xwe. Ji ber ku hinek dirêj bû rêzefîlm ji pirtûkê dûr ket. Lê ligel tempoya fîlmê ket jî dîsa jî zêdetir hat temaşekirin. Her wiha ev rêzefîlm hêjayê Xelatên Emmy a sala 2017’an hat dîtin. Fîlm xelata "Rêzefîlma Drama ya Herî Baş" û xelata "Lîstikvana Herî Baş" wergirt. Vê demê rexnegiran jî qebûl kir ku rêzefîlm ji pirtûkê çêtir e.
 
Em hinek qala naveroka film û romanê jî bikin û piştre jî bên ser mijara xwe. Berê Amerîka wek welatekî azad dihat nasîn, di encama êrişan de darbeyek pêk tê û li ser vê axê Komara Gîlead tê avakirin. Welat êdî bi dîktatoriya leşkerî û li ser bingeha olî tê birêvebirin. Pergala jiyanê ya berê yekcar diguhere. Helbet wekî her tim li dijî jinê pergal tê dîzaynkirin.
 
Karektera fîlm û romanê heta roja dawiyê jî bi awayekî asayî dest bi jiyana xwe ya rojane dike. Lê dema diçe cixarê dikire dibîne ku dikandar guheriye û mêrek hatiye li şûnê. Dema dixwaze bi kart pere bide kart naşixule û hatiye betalkirin…  
 
…Kart betal bûye... Bêpere maye... Mal û milk dewrê mêr bûye… Ji kar hatiye derxistin… Hemû destkeftiyên wê ji holê hatine rakirin… Êdî ne navê wê û ne jî fikrek wê heye... Tirs, têkçûn, bêhêvîtî û windayî...
 
Pergal û jiyan bi tevahî guheriye û êdî civak li ser sê koman hatiye dabeşkirin. Ev kom bi cilên şîn, kesk û sor hatine cudakirin. Jinên ku cilên şîn li xwe dikin koma herî jor in û bi mêrên dewlemend, peywirmezin re zewicîne û tenê bi karê malê re mijûl in. Jinên bi cilên kesk jî, jinên ku êdî nikarin zarok bînin dinê û tenê di malên koma herî jor de xizmetkariyê dikin. Jinên cilên sor jî ji bo welîdînê hatine peywirdarkirin û her wiha ji bo derdora xwe nebînin û deng jî nebihîsin serê wan tên pêçan. Gelo yên rengê wan nîne çi dikin? Karê herî giran, bêewle û nebaş jî ketiya para wan jinên bêreng... Ji bo parastina vê pergalê jî parêzvanên taybet hatine destnîşankirin. Kesên ku li dijî vê pergalê derkevin jî bi cezayê herî giran re rûbirû dimînin.
 
Jiyana wek asayî dihat zanîn, çawa bi darbeyê re diguhere û çawa dikeve bin kontrolê. Rol û mîsyon çawa tên sazkirin. Zîhniyeta serdest çawa xwe di nava civakê de dîzayn dike. Jin çawa dibin makîneya welidîn û karkerên malê. Çawa dibin mal û milkê vê pergalê. Çawa xwendin û nivîsandin li wan jinan tê qedexekirin. Fihûş çawa li jinên payebilind û têkoşer tê ferzkirin. Di nava vê pergalê de jin wek malzarok tê pênasekirin.
 
Karektera sereke bi cilê sor derdikeve pêşberî me, rola wê diyar e û amadeyê xizmetê ye. Wek makineyên welidînê êdî li pêşberî serdestan e. Hişmendiya serdest a ku li gorî xwe rêgezên komarê û metnên olî diafirîne tehekûmê li bedena jinê dike. Ev tişt bi navê berdewamiya zuriyetê tê kirin û ji bo destdirêjiyê jî merasîmên taybet tên organîzekirin.
 
Di rêzefîlmê de karekter bi dengê xwe yê hindurîn ji jiyana xwe ya dema borî tîne ziman. Ev dengê  hindurîn ji bo wê dibe hêz û hêvî. Helbet tevî van hemû zextan serî rakirineke bi rêxistinî ya jinê jî heye… Jinên ku dibin yek ji bo hilweşandina vê pergalê têdikoşin…
 
Îcar em ê bên ser meseleya xwe. Kurdistanî li ser axa ku dijîn her tim bi guherîna pergalê re rûbirû ne. Ji ber vê sedemê jî ji mijara vî fîlm û romanê re ne biyanî ne. Em naxwazin zêde ji dûr biçin û ji xwe 20 salên dawiyê ji me re kurtasiya pergala sedsalî nîşan dide. Bi referandûm û hilbijartinan destûrê ji gel dixwazin û bi Komeqanûnan jî daxwazên xwe qehîm dikin. Ew rêwitiya guherînê hûr bi hûr tê hûnandin. Îro jî encamên wê li holê ne.
 
Ji bo pergalê, guherîna perwerdeyê karê herî sereke ye. Dibistan veguherandin medreseyên cemaatan. Cûdakirina xwendekarên zarokên kur û keç. Tayînkirina meleyan a dibistanan a wekî şêwirmendan. Hewldana pêşxistina perwerdeya li gorî nirxên olî. Mijara darazê ya ku sedsal in ji hêla nîjadperestên Tirkiyeyê vê tê parastin niha bi bandora olî re rûbirû ye. Me ev tişt di daxwaza Diyanetê ya tevlîbûna Doza Kobanê de dît. Ev nîşaneya pêşerojê ye û daxwaza guhertina darazê ya li gorî rêbazên olî ye.
 
Piştî perwerdeyê û darazê hedefa din a sereke jî jin e. Di vê pergalê de jî jin wek dayik, hevjîn û makîneya welidînê tê penasekirin û plansazî li gor vê yekê tên amadekirin. Ev tişt jî wek qencî li jinan tê kirin tên îlankirin. Jiholêrakirina Wezareta Jinê û avakirina Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê û di nav de cihgirtina rêgezên olî. Betalkirina Peymana Stenbolê û efûkirina kujer, êrişkar û tecawizkaran. Hewldana rakirina qanûna 6284’an û belavbûna şîdetê ya li kolan, kargeh, dibistan û malê. Zewicandina zarokan a bi tecawizkaran re. Jikardûrxistina jinê û hepskirina di nava 4 dîwaran de. Helwesta xwedîderketina li jinên ku bi tenê dijîn. Girtina sazî û dezgehên jinan a bi hinceta OHAL û KHK’ê. Gotina “Herî kêm bila 3 zarok, ev jî ne bes e divê 5 zarok hebin” tehekûma li ser bedena jinê û meşandina polîtîkayên serjimarê ya li ser jinê…
 
Li ser vê axê dînamîka herî esasî kurd in û bi taybetî jî jinên kurd in. Têkoşîna jinên kurd li ser vê erdnîgariyê deng veda û bandorê li jinên netewên din jî kir. Van jinan jî para xwe ji vê têkoşîna azadiyê girtin. Li qad, kuçe, mal, kargeh, meclis, dibistanan bûn xwedî destkeftiyan. Lê belê li Tirkiyeyê dema qala hebûna kurdan tê kirin hemû beşên civakê yên ku ji xwe re dibêjin ekolojîst, hiqûqnas, ronakbîr, demokrat, azadîxwaz, komarparêz, laîkparêz, hunermend, siyasetmedar û muxalîf di nîjadperestiyê de dibin yek. Ev yekbûna nîjadperestiyê jî dibe sedema tarîkirina pêşeroj û destkeftiyên vê erdnîgariyê.
 
Lê ev gurkirina nîjadperestiyê rêbazeke mijûlkirinê ya vê pergalê ye. Bi rojname, medyaya civakî û televîzyonan empozeyê civakê dikin. Bi bernameyên nîqaşan rastiyê vedişêrin. Bi rêzefîlm û fîlman jina maqûl û malbata maqûl diafirînin. Bi rojname û malperan jî propagandaya xwe ya pergalê dikin. Ji dûrketina rastiyê û negihiştina agahiyan jî rê li ber tarîkirina pêşeroja civakê vedikin.
 
Em li vir gihaştin dawiya nivîsa xwe, me hewl da ku mijara romanê ya ku bûye rêzefîm "The Handmaid's Tale", bi pergala ku îro ya ku tê xwestin bê guhertin ve girêbidin.