Nûçegîhaniya dizok

  • 09:03 10 Îlon 2023
  • Medya Kritîk
 
Rozerîn Gultekîn
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî zextên li hember rojnameya Ozgur Gundemê, ji kampanya Gerînendeya Weşana Hevserokatiya Giştî ya nobedar, heta kevneşopiya ku nûçe dihatin dizîn…Gotinên Şukru Erbaş yên wekê "Canê wan biçe cehnemê yên ku bi agirê kesên din mala xwe germ dikin xwarina we çêdikin", her tiştî nîşan dide.
 
Çapemeniya azad kî ye? Çapemeniya ku xwe wek muxalîf dide nasîn lê wek mînyatura çapemeniya neteweyî ye kî ye? Ev pirs her tim di hişan de digerin. Ev her du komên çapemeniyê her cara ku pêvajo sor dibe, zexta dewletê zêde dibe, bêdengî giran dibe, bi nûçeyên xwe nirxên xwe ava dikin û nîşanê gel didin ku kî ne û ji bo çi têdikoşin. Kedkarên çapemeniyê ji bo heqîqetê bigihînin gel, teqez kelepçe, xwîn, îşkence dîtin û serî hildane. Li dijî rojnamegerên ku li ser keda wan xwe heyî dikin jî têkoşîna xwe didin. Kedkarên çapemeniya azad ku di şert û mercên zehmet de heqîqetê derdixin holê, keda wan tê desteserkirin û ev bi gotinên Şukru Erbaş ên wekê ‘Canê wan biçe cehnemê yên ku bi agirê kesên din mala xwe germ dikin xwarina we çêdikin’, her tiştî nîşan dide.
 
Nêrîna welat a li dijî Gelê Kurd
 
NuJINHA û JINNEWS’ê salek berê  bûyera li Şemzînan a Colemêrgê ku kesên bi navê Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz, destdirêjî li Esra Y. ya 11 salî kiribûn derxist holê. Tevî vê rojnameger Tîmur Soykan wekê ku cara yekemîn wî ev nûçe derxistiye holê weşand û vê jî nîqaş û lêpirsîn bixwe re anî. Li gorî pîvanên esas yên nûçegîhaniyê,  divê çavkanî bê nîşandan. Lê ev rêgeza ku hatiye binpêkirin. Ji ber vê jî tenê têkoşîn bi têkoşîna rojnamegeriyê dayîn, wê nirxandinek qesl be. Piştî ev rewş derket holê şûnde dîsa yên ku bertek nîşan dan kedkarên çapemeniya azad bûn. Hem Tîmur Soykan hem jî qaşo rojnamegerên ku têkoşîna heqîqetê didin, bêdeng man û ev jî nêrîna welat a li hember Gelê Kurd bi aşkera nîşan dide.
 
Rojnamegerên ne kurd makul in!
 
Ya girîng çêkirina van nûçeyane an jî ev nûçe ji aliyê rojnamegerên ne kurd ve hatine çêkirine? Li pêş çêkirina nûçeyên ku xwegîhandin malbatê û nameya esrayê û weşandinê, astengî çibû? Li aliyê din jî wekê ku cara yekemîn derketiye holê vê hefteyê ku wek mînet parvekirina nûçeyê çi bû? Wê demê encama ne nûçeya kirde, encama rojnamegerê ku nûçe çêkiriye derdikeve holê. Bawerim divê her kes nirx û pratîkên rojnamegeriyê li ber çavan derbas bike. Girêdayê vê pratîkê, dema kedkarên çapemeniyê tên girtin tenê çapemeniya azad deng bilind dike û kes deng nake. Ev tabloya li dijî çapemeniya azad nîşan dide.
 
Rojnamegeriya dizok!
 
Bêguman diziya li hember keda me bi vê tenê sînor nîne. Yên pesnên xwe yên rojnamegeriyê didin, di eyarên dîmenên nûçeyan dilîzin û hewl didin logoyên me jî veşêrin. Rêxistibûna ku çapemeniya azad di her nûçeya xwe de bikar tîne li ku ye? Li dijî zextên li hember rojnameya Ozgur Gundemê, ji kampanya Gerînendeya Weşana Hevserokatiya Giştî ya nobedar, heta kevneşopiya ku nûçe dihatin dizîn…Noqteya ku gotin qediyane…