Rastiya çapemeniyê ya ku zayenperestiyê rewa dike

  • 09:02 1 Cotmeh 2023
  • Medya Kritîk
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sedema gotinên zayendperest ên di civakê de evqas normal tê dîtin çapemenî ye. Bername, rêzefîlm, fîlm û reklamên derdikevin pêş, pergala dijminê jinê derdixe holê. Ji duh heta îro, zayendperestî di çapemeniyê de raste rast bandorê li civakê dike. Em temaşe dikin diaxivin û pêk tînin.
 
Li her derê cîhanê newekheviya herî mezin bêguman zayendperestî ye. Newekheviya zayenda civakî ku pir zêde ye, di çapemeniyê de bi feraseteke serdest a mêr û zimanê serdest tê bikaranîn û domandin. Em vê tenê di nûçe, sernav û vegotinan de nabînin. Di fîlm, rêzefîlm , reklam û bernameyan de jî dibînin. Mînakên ku bandorê li ser jiyana civakê dikin tên afirandin. Bandora bername, rêzefîlm, fîlm û reklaman a li ser jiyana civakê qet nayê nîqaşkirinê jî. Çapemeniya ku hêza çaremîn e, rewşê datîne holê. Rolên zayenda civakî yên li jin û mêr tên barkirin zimanekî newekhev diafirîne û çapemenî jî bûye mecra ku vê berdewam dike. Mînakên vê rêzefîlm û bernameyên nava rojê ne. Di rêzefîlman de li her qadê jin ‘mexdûr, kesa li benda rizgarkirinê, qurban an jî xerab’ tê nîşandan. Li dijî tundî, destdirêjî û manîpulasyona mêr dîsa mêrekî din ê wek ‘jinê xilas dike’ derdixin pêş me.
 
Çavdêrî ji paşerojê de heye. Di gelek nokteyan de mirov dike tevgerê, tê nirxandin û dikeve pêkanînê. Hêza çapemeniyê, nîşandana rê û xistina tevgerê, ji bo civana her tim hatiye qebûlkirin û bi awayekî tevli jiyanê dibin. Yek bernameyên platforma çapemeniya dijital ‘kismetse olur’ yek ji van mînakan e. Berê jî di 2015’an de hatibû ewşandin û ji nû ve li ser platforma dijital dest pê kir. Bername wek ‘realîty show’ tê binavkirin. Di vê bermayê de têkiliya jin û mêr tên şopandin û li ser çapemeniya dijital jî gelek behsa wê tê kirin. Di bernameyê de jin her tim xweşik û çavê wan li pereyan tê nîşandan.  Zayenda navbera mêr  û jin li ser berjewendiyan tê rewakirin.
 
Tiştê dixwazin bi civakê bidin fêrkirin
 
Kes di vîdeoyên xwe didin nasîn de bedena xwe derdixin pêş û jin weke objeya zayendî tê nîşandan. Di vîdeoyên venasînê de hema hema hemû jin ji mêran di bendewariya aborî de ne. Di gotinên wan de tê xuyakirin ku hemû lêçûnên wan divê ji aliyê mêran ve bên peydakirin. Di navbera jin û mêr de zemîneke wan a têkiliyê tê afirandin. Dîsa yek ji nokteyên din a girîng ev e ku hemû jin dibêjin bila mêr maço bin. Fikra bila mêr xwedî li wan derkeve dertê pêş.
 
Ger wek dayika min be û ger qismet be bila bibe
 
Mêrên xwe didin nasîn jî bendewariyên xwe yên ji bo jinan wiha rêz dikin. Dibêjin ku bila wek dayikên me bin. Ev rewş taybetiyên wek fedekarkî, duristî û baweriyê dihewîne. Jin ji bo mêran divê ‘xanimên ku rabûn û rûniştinê dizanin’ bin. Piştî têkilî hinek pêş dikeve mêr heta mudaxaleyî cil û bergên jinan jî dike.
 
Dema mirov van hemûyan li ber çavan digirin gotinên zayendperest ên di çapmeniyê de û têkiliyên ku li civakê tên ferzkirin, bêguman ji pergalê serbixwe nîne. Lihevkirina qirêj û veşartî ya di navbera pergal û çapemeniyê de, li ser civak û herî zêde jî li ser jinan tê meşandin û di nava pergalê de aliyên dijber tên afirandin. Li Tirkiyeyê li aliyekî jin bi muhafazakariyê tên hepiskirin li aliyê din jî bi ferasetên azadiya sexte dikin alav.