Rojnamegerên li dijî çapemeniya serdest di şopa heqîqetê de

  • 09:05 15 Cotmeh 2023
  • Medya Kritîk
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Li dijî çapemeniya desthilatdariyê ya serdestiyê bilind dike, bedena jinê teşhir dike û gumanbaran diaprêze, rojnamegerên jin bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de wê her tim hebin…
 
Çapemeniya desthilatdariyê ya ku tundî, destdirêjî û tacîza li dijî jinê xweşik dike, li şûna gumanbaran teşhir bikin, nûçeyên ku cesaretê didin gumanbaran çêdikin. Çepmeniya alîgir bi zimanekî tundiya li hember jin û zarokan nûçeyan çêdike û dijminahilya li hember jinê rewa dike. Çepmeniya hewzê ku newekheviya zayenda civakî roj bi roj giran dike, bedena jinê jî teşhir dike û berdewama zîhniyeta serdest a magazînel didomîne.
 
Di şer de jin û zarok
 
Bi sedsalane ji şerên pêk tên jin û zarok bi bandor dibin. li herêmên şer jin di şert û mrecên giran de têkoşîna jiyanê didin û yên herî zêde birînan digirin jin in. Di şerên ku zîhniyeta serdest derdixin de yên ewil hedef tên girtin jin in. Bedena jinê tê teşhîrkirin û ji ser dîmenên tundî û îşkencê nûçegîhanî tê kirin.
 
Kî li pişt zimanê destdirêjiyê heye?
 
Mînaka dawî ya nûçegîhaniyê di êrîşên Hamasê yên li Israîlê da destpêkirin de derket holê. Welatiya Alman jina bi navê Shanî Louk piştî hat qetilkirin bedena wê hat teşhîrkirin. Cih, dem û gumanbar biguherin jî di şer de her tim jin hedef tên girtin. Di êrîşan de jin û zarok îşkencê dibînin û bedena wan tê teşhîrkirin. Çapmeniya ku vê bi rehetî dike, zimanê tecawizê di nûçeyan de zêde bikar tîne. 
 
Riyê çapemeniya serdest
 
Dîmenên Shanîn li ser çapemeniya civakî demek kurt de hatin weşnadin û îşkenca li Shan hatibû kirin bêguman ji aliyê çapemeniya alîgir ve di esasa ‘nûçegîhaniya reyntîngê’ de hat dîtin. Rojnameya Cumhuriyetê  sernavê ‘Cesedên kesên tevli mîhrîcanê bûn hatin derxistin, kesên tevlibûn demên hovîtiyê vegotin’, rojneya Postayê ‘Her kesî digot qey wê bimrin’, NTV ‘Hunermenda Alman Shanî Louk ya Hamasê revandiye gelo dijî?’, rojnameya  Serbestiyet ‘partî bi kabusê qedya’, mîlîtiyetê ‘Cîhanê ew piştî ku ket destê Hamasê nas kir’ bikaranîn. Çapemeniya alîgir bi manşetên xwe sînor nema îşkence û komkujî jî normal dît.
 
Bêguman beriya Shanî jî gelek mînak me dîtibûn. Di 10’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgim a Muşê  Ekîn Wan ( Kevser Elturk) di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû bedena wê  hat teşhîrkirin. Di vê bûyera dijmirovahî de  çapemeniya alîgir  ruyê xwe carek din nîşan dabû. Zîhniyeta wê rojê derket holê îro jî didome. Tu gumanbar jî nehatin teşhîrkirin û ne nav ne jî paşnavê wan hat dayîn. Çapemeniya alîgir li şûna gumanbaran teşhir bike diparêze.
 
Jin li ser şopa heqîqetê ne…
 
Ajansa nûçeyan a jinê JINNEWS ku parçeyek kevneşopiya çapemeniya azad e li dijî çapmeniya alîgir û zihniyeta serdest, bi pênûsa jinê  di xeta heqîqetê de nûçegîhaniyê dike. Li dijî çapemeniya desthilatdariyê ya serdestiyê bilind dike, bedena jinê teşhir dike û gumanbaran diparêze, rojnamegerên jin bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de wê her tim hebin.