Bêçaretiya çapemeniya alîgir

  • 09:03 21 Çile 2024
  • Medya Kritîk
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya alîgir dest ji hedefgirtina têkoşîna jinê bernade. Vê carê sempozyuma "Di krîza kapîtalîzma patrîarkal de tecrubeyên têkoşîna femînîst enternasyonel" hedef girt û li dijî têkoşîna tê dayîn bê çaretiya xwe bi nûçeya nîşan da.
 
Piştvaniya Mor di 14’ê Çile de li Muze Gazhane sempozyuma "Di krîza kapîtalîzma patrîarkla de tecrubeyên têkoşîna femînîst enternasyonel" pêk anî. Sempozyum ji du runiştinan pêk hat. Ji Polonya, Lubnan, Îtalya, Fransa, Îranê jinên femînîst tevli bûn. Li ser navê Tevgera jinên Azad (TJA) Adalet Kaya, ji Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci, ji Pîrebokên Kampusê Rozana Urkun, ji Lîsteya Mor Ayşecan Ay, ji Jin bi Hev re bi Hêz in Selîn Top û parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Perîhan Koca tevli bûn. Der barê tecrubeyên rêxistin, têkoşîna sendikal, malê û atolyeyan de tecrube hatin nîqaşkirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 13-14’ê Çileyê de konferansa bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” pêk anî û du rojan berdewam kir. Ji welatên cuda jinên siyasetmedar, hiqûqnas, aktîvîst tevli bûn û her wiha ji Kurdistan û Tirkiyeyê jî gelek jin tevil konferansê bûn. Di konferansê de binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan hat nîqaşkirin û bi atolyeyên hatin kirin der barê pirsgirêkên ku girtî dijîn de rêbazên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Piştî vê konferansa TJA’yê û sempozyuma Piştevaniya Mor, rojnamegeriyên alîgir Rojnameya Akşamê, Yenî Vakit  û Yenî Şafak nûçeyên jin hedef digirtin çêkirin. Rojnameya Akşamê di 16’ê Çile de manşeta "Li sahneya ÎBB’ê şanoya terorê" avêt. Di nûçeyê de sempozyuma mijara gotinê hedef hat girtin û  îfadeyên wekê "Tirkiye ji şehîdên xwe re digirî, parlamenterên DEM Partî  li sahneya ÎBB’ê propaganda Ocalan kirin". di nûçeyê de  her cureyê operasyona reşkirinê hat meşandin û Mor Çati, TJA’yê li dijî van nûçeyan tezkîp şand.
 
Çepemeniya alîgir nerehet e
 
Desthilatdariya ku jin û têkoşîna jinan hedef digire, gotinên nefrete jî ji çapemeniya alîgir re dimîne. Di nûçeya wan ya mijara gotinê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Parlamentera DEM Partiyê, Adalet Kaya di sempozyumê de di axaftina kir de behsa tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan kiribû û gotibû ev binpêkirina maf e, li dijî hiqûqê ye. Adalek bi van gotinên xwe di nûçeya di Rojnameya Akşamê de hat weşandind e bi aşkera hedef hat nîşan dan.
 
Pênûsa desthilatdariya ku neçarseriyê ferz dike
 
Di nûçeyê de der barê axaftina Adaletê de ev îfade hatin bikaranîn "Roja me di Pençe Kîlît de şehîd dan Adalet Kaya, azadiya serkêşê terorê Abdullah Ocalan xwest". Li şûna ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê axaftin û bê gotin ku çareseriya vê ji bo fêdeya welat û hemû Rojhilata Navîn e, çapemeniya alîgir nûçeyeke ku nefretê dibarîne û hedef nîşan dide çêkiriye. Bêguman ev ji polîtîkayên desthilatdariyê serbixwe nîne.
 
Rastiya derket holê
 
Di beşa din ya nûçeyê de ev îfade hatin bikaranîn: “Tirkiye ji şehîdên xwe re digirî, Kaya ji bo cenazeye şehîdan dibêje 'Her roj cenazeyên leşkeran tên’. TJA ku tevli berenameyê bibû di daxuyaniya xwe de xwest Ocalan bê berdan. Lozan bi qirkirinê bi nav kir.” Di nûçeyê de ku ev îfade bikaranîn leşkerên ku miribûn jî li gorî berjewnediyên xwe bikaranîn.  Daxwaza TJA’yê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan wekê ku tiştekî nû ye nîşan dan û xwesti li ser vê nêrînê biafirînin.
 
Çapemeniya alîgir pêlê tûşan dike
 
Hilbijartinên herêmî nêz dibin û bêguman rewşên ku nirxa wan ya nûçeyan tune ji bo berjwendiyên xwe bikar tînin. Muze Gazhane ku sempozyum lê pêk hatibû aydê şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye. Vê bala Akşamê kişandiye. Ji ber şaredariyê cih daye jinan wek "Piştgiriya aşkera" behsa wê kirine. Rojnameya Akşamê vê jî bi tweeta ku şaredarê bajarê mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu di 2021’ê de avêtiye, wek tespît dibîne. Di nûçeya Akşamê de wiha tê gotin: “Ji ÎBB’ê piştgiriya aşkera. Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca û Adalet Kaya tevli bernameyê bûn. Vekirina Gazhaneyê Ekrem Îmamoglu di 9’ê Tîrmeha 2021’ê de kiriye’. Rojnameya Akşamê bi nûçeya çêkiriye pêlê hemû tûşan kiriye.
 
Bêguman nûçeyên hatine çêkirin bi vê sînor namînin. Lê ev aşkeraye ku ev reş ji têoşîna jinan, ji axaftina çareserî û pirsgirêkan, ji rojevîkirin û axaftina tecrîdê tiştekî kêm nake. Dîsa teşhîrkirina çapemeniya alîgir wê ji bo ku em heqîqetê li ber çavan bigirin bibe alîkar. Rojnameya Akşamê ku cihê ku ev bername lê pêk hatiye kiriye nûçe, nîşan da ku wê di hilbijartinên herêmî de nûçeyên çawa binivîsin. Sekna xur a jinê û tezkîpa li dijî nûçeyan, peyama ku wê li dijî operasyon û êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin dane. Çapemeniya alîgir wê nav bêçareseriyê de pêlên tûşan bikin.