Nivîskarên jin: Jina bixwîne wê bandorê li ser her kesî bike
- 09:32 6 Cotmeh 2019
- Çand û Huner
Rengîn Azîzoglu
AMED - Endamên Komeleya Nivîskarên Jin balkişandin ser girîngiya xwepêşxistinê û wiha gotin: “Jin di vê civakê de ji bo li ser piyên xwe bisekinin divê bixwînin. Jinên bixwînin wê bandorê li ser gelek kesî bikikin.
7’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP’ê ve pêk tê, didome. 160 weşaxane û nêzî 220 nivîskar û helbestkar tevlî bûn. Endamên Komeleya Nivîskarên Jin Ayşe Sevçkîn û Lutfiye Tekîn xebatên xwe vegotin. Mamoste û nivîskar Ayşe Seçkîn diyar kir ku ew enerjiya xwe ji mirovan digire û got ji ber dest bide jiyanên nû ketiye vê rıyê.
‘Ez ê pereyê pirtûkan li perwerda jinan xerc bikim’
Ayşeyê da zanîn ku bîranên bi xwendekarên xwe re kiriye pirtûkek çîrokê û wih agot: “Em di jiyana mamostetiya xwe de tovên aştî û hezkirinê li dilên zarokên paqij diçînin û ji bo zarokên keç li ser piyan bisekinin, hilberînin, seribxwe bin hewl didin. Ji ber vê min pirtûkek nivîsî. Ez ê pereyê ji vê pirtûkê bê ji bo xwendekarên keç yên li Amedê xerc bikim. Naveroka pirtûkê hinek der barê xwendekarên min hine jî der barê min de ye. Di nivîsandina pirtûkê de bêguman mirov tiştên derbarê xwe djî nivîsin. Min bi giştî ji çîrokê jiyayî ava kir.”
‘Divê jin bixwînin’
Ayşeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku pirtûk li Komeleya Nivîskarên Jin hatiye çapemkirin û got Komeleya Nivîskarên Jin, weşanxaneyeke ku pisgirêkên jin dijîn ji xwe re kiriye derd. Komele piştgiriya ji bo jinan armanc dike. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin. Hilberînin. Em bi armanca piştevaniya jinan di vê komeleyê de cih digirin. Bi taybet jin Amedî xwedî li vê fuarê derketin. Baş derbas dibe. Divê em jin, ji bo hemû jin di civakê de li ser piyan bisekinin, bixwînin. Divê em jî piştgiriyê bidin wan.
‘Hewl didim pirsgirêkên mirovan fêm bikim’
Lutfiye Tekîn ku piştî 27 sal mamostetiya wêjeyê şûnde dest bi nivîsandinê kir û got ew bi pirtûkan re mijûl bûye û ji xwe re zêdetir dem afirandiye û got: “Memuriyê azadiya me sînor kir. Daxwazên xwe nikare bîne cih û ev jî rihê mirovan teng dike. Ez niha xwe azadtir hîs dikim. Ez ji kesî desturê nagirim. Ya girîng jî ez hewcedariya nivîsandinê hîs dikim. Ez li Stenbolê dijîm, lê dayika min li vir dijî. Dema têm cem dayika xwe li vir ferq dikim ku jin dixwazin binivîsin. Ez endama komeleya Yuva me jî. Ez bi pirgirêkên jin û zarokan re eleqeder dibim. Ez sala borî bûm endama Komeleya Nivîskarên Jin. Ji ber navend li Îzmîrê ye em li fuaran tên cem hev.”