Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê nehêlin tundî bê rewakirin
- 13:27 28 Mijdar 2024
- Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê derbarê hedefgirtina Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk de daxuyaniyeke nivîskî da û wiha hat gotin: “Yên ku jinan ne weke kirdeya civakê lê di çarçoveya 'malbata' ya ku tê de tê qetilkirin pênase dikin, divê baş bizanibin ku; em ê nehêlin newekhevî û tundiya li ser jinê bi amûrkirina malbatê rewa bibe."
Meclîsa Jinan a Partî Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê hedefgirtina Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin:
"Dema ku jin her roj di nava 'malbatê' de dihatin qetilkirin û rastî şîdetê dihatin, di dema desthilatdariya xwe ya 22 salan de dixwestin bi kodên zayendperestî ava bikin. Ev yek ne tesaduf e ku jinên li dijî vê li ber xwe didin û têdikoşin dibin hedef. Armanca sereke ya hêzên ku van êrişan organîze dikin ew e ku şîdeta nav malê û qetlîamên li ser jinan rewa bikin. Bi girtina jinan di nava malbatê de ku dixwazin ava bikin, bitirsînin û bêdeng bikin.
Yên ku jinan ne weke kirdeya civakê lê di çarçoveya 'malbata' ya ku tê de tê qetilkirin pênase dikin, divê baş bizanibin ku; Em ê nehêlin newekhevî û tundiya li ser jinê bi amûrkirina malbatê rewa bibe. Desthilatdariya siyasî ya ku bi pîrozkirina modela 'malbata zayendîparêz' a ku dixwaze ava bike, hewl dide perdeyekê ji înkarkirina jinê re çêbike, wê nikaribe sûcên li hemberî jinê tên kirin veşêre.
Em ê van polîtîkayên desthilatdariya serdest a mêr ku polîtîkayên malbatê li dijî destkeftiyên jinan radixe ber çavan, li her derê eşkere bikin. Divê tu gumana tu kesî nebe ku em ê bi prensîba xwe ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev û paradîgmaya xwe ya azadiya jinê jiyanek azad û wekhev ava bikin. Bijî hevgirtina jinan."