Rêxistina Sara: Dagirkerî tundiya herî mezin e

  • 15:27 28 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sara, bi dirûşma “Dagirkerî tundiya herî mezin e li hemberî jinan û xwezayê ye” li dijî tundiyê çalakî li dar xist.
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan, Rêxistina Sara li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de jinan pankart û balonên bi nivîsên “Dagirkerî tundiya herî mezin a li ser jinan e”, “Na ji kuştina jinan re”, “Na ji dagirkeriyê re”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Jin kaniya jiyanê ye” rakirin. Piştî deqeya rêzgirtinê, berdevka Rêxistina Sara Reşa Derwêş û rêvebera rêxistinê Arzu Temo bi zimanê erebî û kurdî axivîn.
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê rêvebera Rêxistina Sara Arzo Temo ve hat dayîn de wiha hat gotin: 
 
“Roja 25’ê Mijdarê rojeke cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e. Bi vê rojê re tevahiya jinên cîhanê herikîn qadan. Em jî weke jinên Sûriyeyê bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşma "Na ji tundiya li ser jinan re" weke Rêxistina Sara em jî bi vê hemleyê rabûn. Jixwe hemleya me di bin dirûşma "Dagirkerî  Tundîya herî mezine li hemberî Jin û Xwezayê ye"  em îro vê çalakiyê li dar dixin. Ruxmê ku di sala 2014’an de Rêveberiya Xweser qanunên ku ji bo jinan û malbatê, danîn lê belê em heta roja îro jî dibînin jin tên qetilkirin û rastî destdirêjiyê tên. Rastî zewaca di temenê biçûk de tên û di bin adetên eşîrtî û şerefê de rastî gelek tundiyê tên.
 
Em jî weke Rêxistina Sara dibêjin jin ne şerefa mêr in, jin şerefa xwe bi xwe ne. Şeref, exlaq e, hurmet e, welat e. Ew jinên ku di bin navê şerefê de tên kuştin em qebûl nakin. Hedefa me avakirina civakeke demokratîk û wekheviya, di navbera her du zayenda de ye. Eger jin azad nebin civak azad nabe. Ji ber ku jin civakê bi rê ve dibin. Weke Rêxistina Sara em dibêjin jinek li ku rastî destdirêjî û tundiyê were em amade ne li van jinan xwedî derkevin. Ew çi bi riya qanûnan dibe çi bi rêbazên cuda dibe em tu jinî di nava çar dîwaran de nahêlin. Em maf û hiqûqa vê misoger dikin.”
 
Çalakî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.