Dê 21 girtîgehên nû bên vekirin

  • 14:16 28 Mijdar 2024
  • Rojane
ENQERE - Wezîrê Dadê, diyar kir ku çêkirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehanjî tên danîn. 
 
Hevdîtinên li Komîsyona Plan û Budçeyê yên bûdçeya 2025’an ku bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Meclisê hate kirin, didome. Îro, budçeya Wezareta Dadê ku li gorî par du qet zêde bû û derketî 280 milyar û 275 milyon û 802 hezar lîreyan hate nîqaşkirin. 
 
Wezîr Yilmaz Tunç di hevdîtinan de pêşkeşî kir û got ku li Tirkiyeyê 406 girtîgeh hene. Yilmaz Tunç, ji bo girtîgehên ku hema hema her roj cenazeyên girtiyan jê derdikevin jî got: “Avadaniyên li gorî rejîma înfazê ya hemdem.” Yilmaz Tunç,  da zanîn ku çêkirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehan jî hatine danîn.