‘Pirtûka min navê hêz û serhildana jinên Kobanê ye’

  • 09:04 8 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
AMED - Maral Xazal a ku ji Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ye pirtûka xwe ya yekem a bi navê “Keserên Dilmayî” weke serhildana jinên Kobanê pênase kir û wiha got; “Êş û koçberî li ser xaka Mezopotamyayê kêm nema tu carî. Lê li dijî zilmê me tu car jî serî netewand. Minaka vê yekê Kobanê ye.”
 
Bi qansî 160 weşanxane û 220 nivîskar û helbestvan tevlî 7’emîn Pêşangeha Amedê ya ku ji aliyê TUYAB'ê ve hatibû amedekirin, bûn. Bi hejmarek zêde nivîskarên Kurd bi çapkirina pirtûkên xwe ya yekem re di pêşangehê de cîh girtin. Yek ji van nivîskaran Maral Xezal e ku ew bi pirtûka xwe ya yekem a bi navê “Keserên Dilmayî” tevlî pêşangehê bû. Maral ji ajansa me re axivî û wiha got; “Di pêvajoya şerê Kobanê de ez li ser sînor bûm û tu car wan rojan ji bîr nakim. Dayik û zarokên perîşan bûyî  nedihiştin çavê min zuha bibe. Min keserên wan himbêz dikir. Heta niha di dilê min de bû lê serhildêriya wan car din hêvî dida. Baş bû ku min rêyek dît ez van hestan parve bikim.” 
 
‘Ez jî ji zilmê koçber bûm’
 
Maral Xazal di pêvajoya şerên 93’ê yan de ji warê xwe koçberî Rihayê bû. Maral dema qala mijara pirtûka xwe kir pir hestiyar bû û wiha ji me re axivî; “Ez jî ji zilmê koçber bûm, bê xakbûn pir dijwar bû. Hele ku tu jinek kurd bî koçberî sed car girantir dibe. Têkiliyek xurt di navbera Mezopotamya û jinê de heye. Lê mixabin tim û tim ev bûye qedera me. Di pêvajoya şerê Kobanê de ez li ser sînor bûm û tucar wan rojan ji bîr nakim. Dayik û zarokên perîşan bûyî  nedihiştin çavên min zuha bibin. Min keserên wan himbêz dikir. Heta niha di dilê min de bû. Lê car din serhildêriya jina kurd dibû hêz, ev wê heta hetayî bibe nimûnek a têkoşîna jinê û tim hêz bide. Min piştî van bûyeran jî biryar da ku ez li ser jinên kobanê û jinên kurd tevahî pirtûkek a helbestan çap bikim.  Baş bû min rêyek dît ez van hestan parve bikim.”
 
‘Ez mirina li ser welatê xwe nadim bi jiyana ser xakên biyanî’
 
Maralê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; “Dibe ku  jî tiştê herî zêde ez jê bandor bûme dayika kal a Kobanî bû. Em li ser sînor bûn, dayika kal a ku ji şer reviya bû ji toz û janê bê hal xuya dikir. Bê navber rondik dibarand û tim digot ‘Ez mirina li ser welatê xwe nadim bi jiyana ser xakên biyanî.’ Ev deng her tim di guhê min de ma. Min van qêrînan, van keseran weke ‘Keserên Dilmayî’ bi nav kir. Dibe ku bi hezaran pirtûk nikaribe destana Kobanê vebêje lê min xwest a di dilê xwe de hinek jî be vebêjim. Di her rêzikê de bawer im hûn ê wan hestan nas bikin.”
 
‘Ez evîndarê zimanê xwe me’
 
Maralê herî dawî bi qalkirina girîngiya ziman re wiha got; “Derfetên me ên fêrbûnê tunebûn. Min medyaya civakî bi awayekî herî baş bi kar anî da ku kurdî hîn bibim. Min di wir de rêzimana xwe pêş xist. Ev armanca min a herî mezin bû. Min girîngiya ziman dereng ferq kir. Ez naxwazim kes ji vê dewlemendiyê bê par bimîne. Ziman dewlemendiya me ye û ez evîndarê vî zimanî me. Em bê ziman nikarin bijîn. Werin em bi hev re xizmetê ji bo zimanê xwe bikin.”