‘Wê rewşenbîr nehêlin ziman di tarîtiyê de bixeniqe’
- 09:11 9 Cotmeh 2019
- Çand û Huner
AMED - Nivîskar û Helbestvan Încî Egîd pirtûka xwe ya 2’yem a bi navê “Şevê” li weşanxaneya J&J' yê çap kir. Încî di axaftina bi me re kir de wiha got; “Pirtûkên min bi zimanê dayikê ne, ev serbilindiyek bêhempa ye.”
Bi qasî 160 weşanxane û 220 nivîskar û helbestvan tevlî 7’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê a ku ji aliye TUYAP’ê ve hatibû amedekirin, bûn. Bi hejmarek zêde nivîskarên Kurd bi çapkirina pirtûka xwe ya yekem di pêşangehê de cîh girtin. Yek ji van nivîskaran Încî Egîd e ku bi pirtûka xwe ya 2’yem a bi navê “Şevê” tevlî pêşangehê bû. Încî di destpêkê de di rojnameya Azadiya Welat de karê nuçegihaniyê dike. Piştre bi zimanê dayikê dest bi nivîsîna helbestê dike. Încî di axatina bi me re kir de wiha got; “Ji bo jiyanê xala herî girîng zimanê dayikê ye. Her kesê ku pey heqîqetê here wê di destpêkê de xizmeta ziman bike. Hemû nivîsa min bi wê armancê ye.”
‘Mîrasa me ya herî mezin ziman e’
Încî di destpêka axaftina xwe de qala ziman kir û wiha got; “Em di wê astê de ne ku asîmîlasyon me ber bi tûnebûnê ve dibe. Jiyana me di xeteriyê de ye. Medyaya civakî, dibistan, kolan bûne amûrên asîmîlyasonê. Polîtîkayek qirêj li ser ziman tê meşandin. Hîna nebûye dereng, divê em li hember vê yekê li her qadê şoreşa ziman bidin destpêkirin. Mîrasa me ya herî mezin wê ziman û wêjeya me be. Ji bo jiyanê xala herî girîng zimanê dayikê ye. Her kesê ku pey heqîqetê here wê di destpêkê de xizmeta ziman bike. Hemû nivîsa min bi wê armancê ye.”
‘Nivîsa min rastiya jiyana kurda ye’
Încî di berdewamiya axaftina xwe de qala naveroka helbestên xwe û wiha got; “Mixabin em gelek bindest in. Tim di nava zilmê de hatine çewisandin. Li hember vê berxwedan û serhildanên mezin me dan meşandin. Ji dîroka kevnar heta niha ev berdewam dike û tu carî rondikên çavên jinê kêm nebûye. Her helbestvan, stranbêj û wênevanek kurd bê xwestek jî be li ser van bûyerên qewimiye teşe dide hunera xwe. Min jî di her helbestekê de ev hest parve kiriye. Nivîsa min rastiya jiyana kurda ye. Min wan rastiyan bi zimanekî wêjeyî xemilandiye. Încî li ser van peyvan helbestekî xwe parve kir;
Çend dewrin duayên te diavêjin paş guhê xwe,
Ji dewrê xeyîdîye an ji me,
Gelo wê zoriyê nabihîse,
Gelo pirsên dirijin
Ji tirsên çavên seriyan re çi dibêje.
Hewar e hewar!
Li ser navê te direqisim,
Zilmê dibarîne qetilkar.
‘Min di pêşangehê de hêvîyek mezin dît’
Încî herî dawî bi lêv kir ku civak bêyî ziman tune ye û wiha berdewam kir; “Divê em di her qadê de xwedî li rastiya xwe derkevin. Ji bo ku em bijîn. Min di pêşangehê de hêviyek mezin dît. Bi dehan weşanxeneyên kurdan û bi sedan nivîskarên kurd kom bûn. Çiqas jêhatinek mezin e ku tevî qedexe û gefên deshilatdaran em bi ser dikevin. Me bi zimanê xwe xwe îfade kir. Hêvîdar im di demên pêş de serkeftinên mezintir bi dest bixin. Ev rewşenbîr wê nehêlin ziman di tarîtiyê de bixeniqe.”