'Reqs teşeyeke xwepênasekirinê ye'

  • 09:11 7 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
AMED - Mamosteya reqsê Ilgin Nazli Barutçu destnîşan kir ku reqs teşeyeke xwepênasekirinê ye û wiha got: "Reqs di jiyana mirovan de xwedî cihekî taybet e. Reqs di heman demê de hest û fikran jî tîne ziman. Gelek cureyên reqsê hene. Wekî mînak govend û swîngê jî yek cureyê reqsê ne. Her cih li gor xwe hestên xwe bi cureyên xwe yên reqsê tînin ziman."
 
Reqsa Swîngê bi muzîka cazzê tê kirin û di navbera salên 1920-1950'î de li Amerîkayê pêş ketiye. Koka vê reqsê xwe digihîne çanda reqsên Afro-Emerîka ku li bajarê Harlemê yê Emerîkayê derketiye. Ango ev cureyê reqsê di nav pêvajoya pirsgirêkên civakî yên wekî nijadperestî, zayendperestiyê derketiye holê. Reqsa Swîngê ji ber qeyrana mezin û şerê cîhanê yê duyemîn tê ber tunebûnê lê belê di salên 1980'an de ji nû ve zindî dibe û li hemû Ewropayê belav dibe. Swîng reqseke kolanan e lê bi demê re li salonan bi orkestrayên mezin tê kirin.
 
Mamosteya Swîngê Ilgin Nazli Barutçu di sala 2010'an de bi girseyek biçûk ve dest bi vê dansê dike û bi demê re her ku çû belav bû û tevlîbûnek mezin pêk hat. Piştre di sala 2017’an de ligel mamosteyê swîngê Hakan Durak ve biryar didin ku li Amedê li BakurêKurdistanê dest bi perwerdeya reqsa swîngê bikin. Bi atolyeyan dest bi xebata reqsê dikin û bi awayekî bi rêk û pêk heta niha perwerdeya reqsa swîngê didin. Lê niha ji ber Vîrusa Koronayê xebatên wan hatiye sekinandin.
 
'Me li dijî pirsgirêkan reqis wekî amûrekê bi kar anî'
 
Nazli anî ziman ku hewldana wê gihandina perwerdekaran e û wiha dewam kir: "Me li Amedê di heman demê de komeleya Cazê jî ava kir û di salekê de ligel zarok, ciwan, jin û mêran me hewildanên ji bo pêşxistina reqsê kir. Me li Êlihê dersên xwe dest pê kiribû û di rê de jî Mêrdîn hebû."
 
'Reqs teşeyeke xwepênasekirinê ye' 
 
Nazli di domdariya axaftina xwe de bal kişand ser bertekên civakê û destnîşan kir ku naskirina çandên cuda dewlemendî ye û wiha dom kir: "Em li bakur rastî nerînên cuda tên lê vê reqsê gelek bal kişand. Her wiha ji aliyê çandê jî reqseke ewqas ne biyanî ye ji ber ku mirov ji bo kêfxweşî û dilşadiyê direqisin. Pêdiviya me gelek bi  dilşadiyê heye. Reqs di heman demê de bi awayekî hest û ramanan tîne ziman. Reqs teşeyeke xwepênasekirinê ye. Reqs di jiyana mirovan de xwedî cihekî taybet e. Reqs di heman demê de hest û fikran jî tîne ziman. Gelek cureyên reqsê hene. Wekî mînak govend û swîngê jî yek cureyê reqsê ne. Her cih li gor xwe hestên xwe bi cureyên xwe yên reqsê tînin ziman. Naskirina çandên cuda ne xirab e berovajî vê yekê dewlemendî ye. Wekî mijara fêrbûna zimanên din ji bo mirovan dewlemendî ye. Em jî li Amedê xebatên xwe bi zimanê kurdî jî dikin û em ji bo fêrbûna zimanê kurdî hewil didin."
 
'Em dixwazin di demeke kurt de dîsa xebatên xwe dewam bikin'
 
Nazli diyar kir ku ji her temenî tevlîbûn heye lê ciwan hîn zêdetir baldar in û wiha got: "Heta pêvajoya pandemiyê karên me gelek bi kêfxweşî derbas dibû û tevlîbûnek xurt jî hebû. Di asta yekemîn a pêvajoya pandemiyê de me reqsên xwe betal kir ji ber ku reqs bi kombûna gel pêk tê lewra em jî bi fikar bûn. Komeleya me ji 13'ê Adarê ve girtiye. Ev pêvajo di hêla manewiyê de bandorê li ser me kir. Me jî bi rêya perwerdeyên online ders dan lê ew jî bêguman têrî nake. Em li benda rojên xwe yên berê ne. Em dixwazin di demeke kurt de dîsa xebatên xwe dewam bikin."