Îran ceza li mamosteya zimanê Kurdî birî

  • 11:05 27 Mijdar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, dadgeha dewleta Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birî.
 
Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Dadgeha Îstînafê ya Sine, bi tometa "avakirina komê û têkdana ewlehiyê" 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birî.
 
Komeleyê eşkere kir ku beriya niha 10 sal ceza li Sirwe hatibû birîn, lê piştre cezayê wê ji bo 5 salan hat kêmkirin.