'Em çanda xwe ya kevnar zindî dikin'
- 09:05 16 Hezîran 2020
- Çand û Huner
Rûperîn Bekir
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku genim bi destarê dihêrin dan zanîn ku ew dixwazin çanda xwe ya kevnar biparêzin û gotin: "Ji bo zindîkirina çanda Efrînê û rengê jiyana komînal em çanda xwe ya kevnar li Şehbayê zindî dikin."
Yek ji çanda civaka Efrînê ya kevnar ew e ku genim bi destên xwe kom dikin û bi rêya destarê vediguherînin sawarê û ji bo demsala zivistanê radikin. Di demsala zivistanê de ew sawar di gelek xwarinan de tê bikaranîn. Li Efrînê çanda çêkirina genim bi şêwaza kombûyîna jinan û rengê lorandina stranan dihat dewamkirin. Niha jî li Şehbayê ev kevneşopî tê zindîkirin. Têkildarî mijarê jinên Efrînê nêrîna xwe parve kirin.
'Rihê komînal têkoşîn û berxwedana me mezin dike'
Jina bi navê Fatma Xelîl a ji gundê Xozyono ya navçeya Mobeta ya Efrînê ye behsa çêkirina genim kir û wiha got: "Bi darê zorê em koçber bûn, lê koçberbûna me nayê wê wateyê ku em dev ji çand û kevneşopiyên xwe berdin. Em wek jinên Efrînê li Şehbayê kevneşopiya xwe zindî dikin û bi rihê yekîtiyê tev digerin. Piştî çînîna demsala genim em berê xwe didin erdên genim û yê ku li şûna çînînê maye kom dikin, paşê teneyên genim derdixînin, paqij dikin, dişon û li bin tavê radixînin. Piştî ku zuha dibe em di beroşan de dikelînin. Li Efrînê her beroşek nêzî 100 kîlo genim dikevê, ji ber li vir derfet kêm e em du sê caran dikelînin. Piştî kelandinê tê hêrandin û li gorî çanda Efrînê ya kevnar ji amûrê destar tê derbaskirin. Dewleta tirk bi rêya êrîşan nikare çanda me ya kevnar ji mêjiyê me derxe. Li Efrînê em hemû jin kom dibûn û bi rihê komînal me alîkariya hevdu dikir. Niha jî em wî rihê komînal dijîn. Ji bo wê ev rihê komînal dihêle ku têkoşîn û berxwedana me mezin bibe."
'Em çanda xwe ya kevnar zindî dikin'
Jina bi navê Elîf Ebdulrahman a ji gundê Qurnê ya navçeya Bilbilê ya Efrînê ye, behsa hêrandina genim kir û wiha pê de çû: "Beriya dagirkeriya Efrînê, her malbatek erdekî wan hebû û li gor xwe genimên xwe diçandin. Li Efrînê hemû jin kom dibûn û amadekariyên zivistanê dikirin. Her wiha di her gundekî de jî maşînek hêrandinê mezin heye. Jê re digotin 'Delîb' û tê de genim dihat hêrandin û bi vê yekê me çanda xwe ya kevnar zindî dikir. Em gelek diwestiyan lê rengê wê demê cuda bû. Em bi bawerî ne ku hemû astengiyan derbas bikin û rojên Efrînê yên berê îro li Şehbayê tê jiyîn. Xwarinên bi ked tama wê jî cuda ye û em hewil didin ku hemû pêwistiyên xwe bi keda destên xwe amade bikin."