Dayikên Aştiyê di daxwaza pêkanîna aştiyê de bi israr in
- 09:02 27 Mijdar 2024
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Sabîha Bozan, diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya "Ji bo aştiyê destê xwe dirêjkin" bi gelek derdoran re hevdîtinê pêk tînin û got: "Em banga piştevaniyê li her kesî dikin û em di daxwaza pêkanîna aştiyê de bi israr in."
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê di çarçoveya kampanyaya ku di mehên borî de bi dirûşma "Ji bo aştiyê destê xwe dirêjkin"da destpêkirin, xebatên xwe didomînin. Dayikên Aştiyê bi rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen, parêzvanên maf û partiyên siyasî re hevdîtinan pêk tînin. Ji bo ku tenê daxwazên wan aştî û Tirkiyeya demokratîk be, rêze têkiliyan pêk tînin. Dayikên Aştiyê yên ku xwe digihînin hemû komên çep ên sosyalîst û mûxalîf, di vê serdema ku tundî, komkujî û şer lê dijwar e, bi banga têkoşîna hevpar peyama ku hawîrdoreke aştiyane pêwîst e didin.
Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Sabîha Bozan, ji ajansa me re JINNEWS'ê re axivî.
'Daxwaza me jiyaneke azad e'
Sabîha Bozan, diyar kir ku bi destê îktîdarê bi salan e şerek tê meşandin û wiha destbi axaftina xwe kir: "Bi salan e li ser xaka me polîtîkayên komkujî û talanê tên meşandin. Em wek dayik ji ber vê yekê gelek diêşin. Leşker tên kuştin, gerîlla tên kuştin, gundî tên kuştin. Em ji bo her kesên ku jiyana xwe ji dest didin diêşînin. Ez bang li hemû dayikên vî welatî dikim. Em bibin yek, me destên xwe dirêjî aştiyê kir, deng bidin aştiyê. Ji bo pêşîgirtina li şer bi salan e têdikoşin. Şer tiştekî xirab û tarî ye. Beriya her tiştî jin, dayik, zarok, ciwan û extiyar zirareke mezin dibînin. Dema cenaze tê, em napirsin cenazeyê kê ye. Ev ji bo me ne pirsgirêk e. Ji ber ku rondikên hemû dayikan yek in. Em hemû dayikan weke xwe dibînin. Ev erd têra me hemûyan e. Daxwaza me tenê jiyanek aştiyane, azad û wekhev e."
'Şer bandorê li tevahiya gelan dike'
Sabîha Bozan, daxuyand ku bi salan e ji bo pêkanîna aştiyê di nav hewldanan de nin û wiha bi lêv kir: "Me her tim ji bo aştiyê destê xwe dirêj kir lê belê destê me tim li hewa ma. Me bi dirûşma "Destê xwe dirêjî aştiyê bike' kampanya da destpêkirin. Me ji bo aştiyê destê xwe dirêjî li tevahiya civakê kir. Nivîskar, hunermend, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan di serî de me bi her kesî re têkilî danî. Em çûn serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), nûnerên Koma Aştiyê, nivîskar Îhsan Elîaçik, Partiya Deva. Dê serdanên me bidomin. Ji bo aştî pêk bê em ê hevdîtinên xwe bidomînin. Em dayik ji bo pêkanîna aştiyê têdikoşin. Em êdî şer naxwazin. Em piştevaniyê dixwazin. Şer ne tenê bandorê li kurdan bandorê li tevahiya kesên ku li ser vî axê dîjin dike."
'Em di daxwaza pêkanîna aştiyê de bi israr in'
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Sabîha Bozan, bal kişand ser girîngiya kampanyayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dayik dibêjîn êdi bes e. Em şer naxwazin. Çi hewce bike em ê bikin. Hewce bike em dixwazin bi serokkomar re jî hevdîtinê bikin. Bila tenê qetilkirin û şer bi dawî bibe. Qetilkirina jinan jî girêdayî şer e. Kiryar bi bêcezahiştinê tên xelatkirin. Em qetilkirina jinan qebûl nakin. Divê cezayê herî giran bidin kujerên jinan. Em carekdin bang dikin dayikan bi tenê nehêlin û em dayik jî di daxwaza pêkanîna aştiyê de bi israr in."