'Dixwazin pênusa me bişkînin lê em ê destûrê nedin'
- 09:04 2 Tîrmeh 2020
- Çand û Huner
Medya Uren
AMED - Nivîskar û helbestkarên jin bertek nîşanî biserdegirtina Weşanxaneya J&J'yê, binçavkirin û girtina nivîskaran dan û wiha gotin:"Naxwazin em bi Kurdî biaxivin, binivîsin û pirtûkan biweşînin. Ji ber vê yekê her tim bi hincetekê astengiyan ji me re derdixin. Lê çiqas bibin asteng û me bigirin jî em ê dev ji pênûsa xwe bernedin. Dixwazin pênûsa me bişkînin lê em ê destûrê nedin."
Polîsan di 26'ê Hezîranê de bi ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girtin û di encamê de 42 kes hatibûn binçavkirin. Di çarçoveya operasyona li dijî KCD'ê de polîsan bi ser gelek sazî û malan de girtin. Yek ji saziyên ku polîsan bi ser de girtin Weşanxaneya J&J'yê bû. Xwediyê Weşanxaneya J&J'yê ya ku di 2011'an da ava bû û bêtir pirtûkên bi Kurdî çap dike, Azad Zal hat girtin. Her wiha nivîskarên mîna Adil Qazî, Nesrîn Navdar jî hatin girtin. Têkildarî mijarê nivîskar û helbestkarên jin anîn ziman ku pergala serdest pêşketina nivîskaran wekî talûke dibîne û wiha gotin:"Hikumet her tim bi awayekî sîstematîk êrişî ziman û çandê dike. Ev jî parçeyekî ji polîtîkayên tunekirina kurdan e."
'Pergala serdest pêşketina nivîskaran talûke dît'
Nivîskar û Helbestkar Yildiz Çakar bal kişand ser êrişên dewletê û wiha got: "Dewlet her tim bi awayekî sîstematîk êrişî ziman û çandê dike. Ev jî parçeyekî ji polîtîkayên tunekirina kurdan e. Dema em bala xwe didin dîrokê êriş û çewisandinên li ser ziman, nivîskar û rojnamevanan her dem hebû ye. Ev çil salên dawî têkoşîna kurdan rêya gelek sazî û dezgeyan vekir. Bi taybetî jî yên li ser ziman û çandê. Di encamê de bi sedan pirtûk hatin çapkirin. Pirtûkxaneyên kurdî her ku çû zêde bû û ji bo pêşerojê bingehek baş çêkir. Bernameyên li ser çand, ziman û hunerê jî her wiha geş û mezin bûn. Pergala serdest ev pêşketin talûke dît û rê û rêbazên xwe yên sîstematîk di nava 5, 6 salên dawî de guhert. Êdî hemû êrişên xwe vekirî dike. Çiqas sazî û dezgehên kurdan heye hemûyan dixwaze ji holê rake. Ji ber vê yekê jî qedexekirina pirtûkan, girtina nivîskaran, girtina sazî û dezgehan hemû li gor feraseta pergalê tê kirin."
'Li dijî êrişan pêwîstiya me bi yekîtiyê heye'
Yildizê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku êrişkirina zimanê kurdî êrişkirina hebûna kurda ye û wiha dom kir: "Li ser van xakan kesekî bi kurdî diaxive tê qetilkirin, bi kurdî stranek guhdar dike tê qetilkirin. Ev kuştin, êriş û qedexeya li ser ziman înkara bi sedan salan e. Niha jî berê xwe dane nivîskar û weşanxaneyên Kurdî. Weşanxaneya J&J'yê ji avakirinê û heta îro kedeke girîng daye ber xwe û gelek nivîskaran pirtûkên xwe lê çap kiriye. Bê ku berê xwe bide çanda popîlîzmê, bi taybet deng û rengên ji nava gel derxist pêş, pirtûkên wan çap kir. Heta dikarim bibêjim hejmareke zêde nivîskarên jin ji vê weşanxaneyê pirtûkên xwe çap kirin. Girtina weşanger û nivîskarên kurd ne tenê ji bo astengkirinê, her wiha înkarkirina çand û zimanê Kurdî ye. Hevalên me yên hatine girtin ji ber ku xizmetkarên Kurdî ye hatine girtin. Ez vê êrîşê şermazar dikim. Li hemberî êrîş û çewisandinan pêwistiya me bi yekgirtin û lihevxwedîderketinê re heye."
'Ev êriş li hemberî hemû kurdan e'
Helbestkar Herdem Merwanî di destpêka axaftina xwe de wiha qala weşanxaneyê kir: "Di demên dawî de gelek jin li Weşanxaneya J&J'yê hatin gel hevdu. Ango xwedîderketina weşanxaneyê jî çêbû. Xwedîderketina ziman û weşanxaneyên Kurdî ji bo min peywirek mezin e. Li weşanxaneyê jî ew helwest hebû. Bi taybet ger em rol û mîsyona van weşanxaneyan di warê pêşxistina ziman de nîqaş bikin, girîngiya wê digihêje asta herî jor. Bi taybet ji weşanxaneyek ku ji jinan re bibe war. Ev jî ji bo pêşeroja kurd dibe mîraseke mezin. Îktidara ku ketiye vê ferqê polîtîkayên tunekirinê xist dewrê û êrişî qadên çand û hunerê dikin. Bi siyasetmendaran re hevalên me yên nivîskar girtin. Divê em vê êrişê hêsan negirin dest. Ev êriş li hemberî hemû kurdan e. Dixwazin bi vî rengî kurdan tune bikin."
'Em ê li her qadê binivîsin'
Herdemê herî dawî bi lêv kir ku pêwîst e hemû kurd li hemberî van êrişan bibe xwedî bertek û wiha dewam kir: "Ev ne êrişa yekem e û wê ne ya dawî jî be. Em pêvajoya qeyûman bigirin ber çavan. Di wê pêvajoyê de ji yekem car saziyên jinan, komeleyên çand û hunerê û weşanxane bûn hedefa hikumetê û îro bi heman rengî jin û qada çandê di hedefê de ye. Li tirkiyeyê bi sedan nivîskar, jinên siyasetmendar û rojnamevan di girtîgehê de ne. Ev jî feraseta tirkiyeyê eşkere dike. Lê çiqas em werin girtin em werin astengkirin jî em ê karê xwe nîvçe nehêlin. Em ê li her qadê li her cihî binivîsîn û rastiya civaka xwe bi lêv bikin."
'Weşanxaneya J&J'yê li hemberî asîmlasyonê berxwedanek mezin dide'
Nivîskar Rengîn Kardelen wiha got: "Hevalên hatine girtin nivîskar, rewşenbîr, û endamên PENa Kurd bûn. Weşanxaneya J&J'yê di warê çapkirina berhemên wêjeyî de xwedî roleke berbiçav e. Bi wêrekî û ferasetek kedkar di warê afirandina berhemên wêjeyî de jî xwedî roleke berbiçav e. Berhemên ji girtîgehan dihatin, ên ku gelek weşanxane ji bo çapkirinê paşde gav diavêtin ji aliyê weşanxaneya J&J'ê ve dihatin weşandin. Rûmeteke mezin dida ked, xebat û nivîsên ji girtîgehan dihatin. Berhemên Kurdî yê klasik ji nû ve diweşandin û digihand ber destên xwendevanan. Bi taybetî her çiqas bi zimanên biyanî jî berhem çap dikir giranî didan zimanê Kurdî. Weşanxaneya J&J'yê li hemberî asîmlasyonê berxwedanek mezin dide û ji ber vê misyona xwe bû hedefa êrişan. Ji ber ku kurdewar û mixalif e."
'Em êrişên li dijî kurdan şermezar dikin'
Rengînê wiha dewam kir:"Berxwedan û armanca kesên hedef tên girtin bi tu awayî qels nabe. Em ê bi her awayî ciyê wan hevalan tije bikin û rola wan, xebatên wan bigirin ser milê xwe. Em soz didin ku em ê li xebatên wan xwedî derkevin. Ew netirsiyan, ev roj didîtin û bi wêrekî dimeşiyan. Em ê jî bi tu awayî netirsin û em ê ala têkoşîna ziman, çand, wêje û weşana Kurdî bilind bikin. Em bi hev re Weşanxaneya J&J'yê hîn mezintir, xurtir û berfirehtir bikin. Dîsa ez xemginî û hêrsa xwe dubare dikim. Ez van êrîşên nîjadperest ên dijminantiyê şermezar dikim."
'Weşanxane barê dibistanê digire ser milê xwe'
Helbestkar Încî Egîd anî ziman ku nivîs li dijî şer, pevçûn û xwînrijandinê çalakiyek e û wiha dewam kir:"Hevalên me yên îro hatine binçavkirin tenê bi karê nivîsê re mijûl dibûn. Nivîskarî li gorî tu dadan weke sûc nayê qebûlkirin. Binçavkirina rêhevalên me sûc e. Bi weşanxaneyê re wan xizmeta ziman û civakê dikir. Ango weşanxane barê dibistanê jî digirt li ser milê xwe. Em bi nivîsên xwe re azad dibin, kesek nikare wê azadiyê ji me bistîne. Hêvîdar im ku hevalên me azad werin berdan û karê wan nîvçe nemîne."
'Em êrişan şermezar dikin'
Helbestkar Zozan Gulan jî da diyarkirin ku li Tirkiyeyê azadiya rojnameger û nivîskaran tune ye, her tim gerf û tundî li ser wan heye û wiha got:"Her roj nûçeyek û pirtûkek tê sansurkirin. Yan jî rojnamegerek tê girtin û pirtûkxaneyek tê girtin. Ev êriş bi taybet li dijî kurdan e. Em weke nivîskarên J&J'yê van êrişan bi tundî şermezar dikin. Em li weşanxaneyê weke malbatek mezin bûn. Weke armancên me têkiliyên me jî bi hev re xurt bûn. Me di bin xizmeta ziman û neteweya xwe de ked dida meşandin. Ev êriş jî tê wateya zextên li hemberî gelê kurd û zimanê kurdî. Dixwazin bi tunekirina ziman re me jî tune bikin. Ger zimanê gelekî were tunekirin wê ew gel jî wêran bibe. Em van êrîşan şermezar dikin. Em hêvîdar in di demek kurt de hevalên me werin berdan."