‘Metodên me wê ji bo me bibin nasname’

  • 09:02 21 Tîrmeh 2020
  • Çand û Huner
AMED - Akademiya Ma Muzîkê amadekariya projeyek nû ya li ser pirtûkek kurdî ya metodên mûzîkê dike. Ji bo fêrbûna keman û piyanoyê bi metodên kurdî ji bo dayîna dersê. têkildarî mijarê mamosteya Akademiya Ma Muzîkê ya Sentûrê Nêrgis Çelebî diyar kir ku heger metodên wan bi zimanê kurdî hebin wê ji bo wan bibe nasname.
 
Akademiya Ma Muzîkê ji 2017’an şûnde heta niha 3 projeyên bi navê "Bi rêbazên afirîner perwerdehiya muzîkê mirov dikare çawa bide zarokan" , "Ji bo herkesî muzîk, li her derê muzîk" , "Me ji stranan pirek ava kir" xebatên xwe dimeşîne. Ma Muzîkê piştî van projeyan dest bi projeyekê bi navê "Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan" kir. Taybetiya wê projeyê ew e ku di cîhanê de yekem car Ma Muzîk, bi metodên kurdî fêrbûna keman û piyanoyê dide destpêkirin. Derbarê mijarê de mamosteya Sentûrê ya Akademiya Ma Muzîkê Nêrgis Çelebî ji ajansa me re axivî.
 
‘Heta niha metodên bi zimanê zikmakî nehatibû amadekirin’
 
Nêrgisê da zanîn ku wan dest bi projeya xwe ya çaremin kirine û got: “Heta niha  li vir bi zimanê kurdî metodek amade nekiribû. Ew jî ji bo me xemek bû. Me bi kurdî ji zarokan û nifşên nû re ders dida. Lê belê etûdên piyano û kemanê bi stranên biyanî hînî wan dikir. Lê bi wê projeya xwe ya nû ji vir şûnde em ê hewil bidin ku hemû amûrên xwe jî bi metoda zimanê kurdî eyar bikin. Metodên me ji sê zaravêyên kurdî pêk tê û ev zarava; kurmancî, Dimilkî û Soranî ne. Di heman demê de zarokên me û nifşên nû bi wî awayî dê hînî zimanê dayikê jî bibin.”
 
‘Metodên me li gorî stranên gelerî tên pêşxisitn'
 
Nêrgizê bal kişand ser metodên ku amadekariya wan dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew metodên ku em ê çêkin û binivîsin ji du astan pêk tên. Asta yekemîn wekî bingehê ye. Ji bo zarok û kesên ku nû dest pê dikin e. Asta bilind jî ji bo kesên ku amûrên xwe baş lê dixin ango dikarin baş bikar bînin e. Bi vê metodê dema ku zarok li amûra xwe ya mûzîkê bide wê malbat jî bizanibe ku kîjan stranê lêdide.  Niha metodên me yên ku em amade dikin li gorî stranên xwe yên gelerî em amade dikin. Em ê hewil didin ku tiştek baş derxînin holê.”
 
‘Ekîba projeyê ji 11 kesan pêk tê’
 
Nêrgizê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ekîba projeyê ji 11 kesan pêk tê û got: “Di nav ekîba me de mamosteyên  ziman, mamosteyên wêne û mamosteyên ku notayan dinivîsin hene.  Ji ber ku pirtûka em ji bo keman û piyanoyê derdixin, hewceye ku mamoste wê ji hêla ziman û estetîkê de jî bikaribe bide nasîn. Her wiha ji hêla notayan de jî divê baş be. Ji heftê carekê mamoste bi rêya telekonferansê bername çêdikin. Divê çarçoveyê de muzîkjenê kurd Brûsk Zanganeh ji Swêdê û piyanîstê bolîvyayî Sergio Escalera ji Portekîzê bi rêya telekonferansê tevlî vê bernameyê dibin.”
 
‘Ger ku metodên me hebin ji bo me dibin nasnameyek’
 
Nêrgizê destnîşan kir ku yekem care krudan xebateke bi vî rengî dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “Cara yekem e ku kurd bi melodiyên gelerî û bi zaravayên kurdî xebatek bi wî awayî dikin. Jixwe nota cîhanî ye lê di xebata me de terminolojiya bi kurdî ew ê hebe. Ji bo ku terminolojiya resen bi kurdî be mamosteyên me yên ziman hewil didin. Wan stranan di metodên xwe de bi cih dikin. Heta meha Mijdarê ew ê metod bên amadekirin û pirtûk jî dê çap bibe. Ev gaveke pir baş e.  Lê divê xebatên bi wî rengî zûtir bihata destpêkirin.  Ji ber ku em perwerdeya xwe bi zimanê kurdî didin Lê metodek me ya li gorî zimanê kurdî tunebe ev ji bo me xeter e. Ger ku metodên me hebin ji bo me dibe nasnameyek.”