Hejmara nû ya Newaya Jin derket
- 11:12 3 Tebax 2020
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 185'emîn a rojnameya mehane ya Newaya Jin bi manşeta xwe ya "Ewlehî rêxistinbûyina me ye" derket. Di hejmara vê mehê de li ser mijarên êrîşên li ser jinê û li dijî vê yekê rêxistinbûyin û xweparastinê hat rawestandin.
Destketiyên jinan ên ku koalîsyona desthilatdariyê ya li Tirkiyeyê hewl dide desteser bike û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê nivîskar Ayşe Berktay ve hate şîrovekirin.
Heman mijar di rûpela Kurdî de ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hate şîrovekirin û hate destnîşankirin ku têkoşîna jinê benda li dijî faşîzmê ye.
Di rojnameyê de, Pêngava 15'ê Tebaxê û şerê li Heftanînê ji aliyê Fermandara Biryageha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik ve hate nirxandin.
Zozan bal kişand ser têkoşîna xweparastinê ya ku jinên Kurd li dijî dijminên jinan û civakê bi dehan sal in dimeşîne û hişyarî da ku her kesên bi dijminane nêzî gel û jinan dibin di hedefa wan de ne.
Zerya Gul jî êrişên li Kurdistanê û dinyayê li dijî jinan tên kirin weke kîna dîrokî ya sîstema bi dewlet şîrove kir.
Nahîde Ermîş jî têkildarî komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxê analîzek weşand.
Rojnameyê her wiha cih da hevpeyvîna bi jina bi navê Ahlam Avesta ya ku di fermana 3'ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate revandin û piştre rizgar bû. Di rojnameyê de nûçe dosya Berîvan Ezda ya li ser paşeroja dîrokî ya Êzidiyan û pêvajoya piştî 3'ê Tebaxê ya li Şengalê hate weşandin.
Rojnamevan Bêrîtan Zagros bal kişand ser qedexeya hikumeta Herêma Kurdistanê û Wezaret Karên Hundir a li ser parvekirina daneyên têkildarî tundiya li jinê.
Pelda Şengalî bi nivîsa 'Di Nav Pençên Qirkirinê de Qêrîna Azadiyê' cihê xwe di hejmara vê mehê de girt. Gulîstan Çiya Îke bi nivîsa xwe ya 'AKP ji rastiya jinê ya rêxistinî ditirse' bal kişand ser êrîşa li dijî vîna jinê. Roza Metîna jî bi nivîsa xwe ya 'Jina Îdeolojiya Paşverûtiyê Red Kir' bal kişand ser tundiya li ser bedena jinê.
Di hejmara nû de nivîsa Eylem Ronî ya li ser gerîla Roza, her wiha nivîsên wêjeyî, portre û zanistiyê hatin weşandin.