Îluh bi saya jinan bu taxa herî rengîn a Êlihê

  • 09:01 30 Îlon 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
ÊLIH - Yildiz Tuzer û komeke hevalên xwe kuçeyên taxa Îluhê yên xirabuyî û kevnar bi wêneyan nexişandin. Yildiz û hevalên xwe gotin “Me bi zarokan re dîmenê taxê guherand, em bun sedema kenê li ser rûyê zarokan û bi vê re jî em gelek kêfxweş bûn.”
 
Li Êlihê taxeke kevnar ku li navenda bajêr cih digire heye. Hejmara şêniyên li taxê bi qasî 4 hezar û 203 kesî ye. Li vê taxa kevnar herî zêde kesên xizan bi cih û war bûne. Jinên li vê taxê dijîn diyar kirin ku ew ê taxê bi wêneyên xêz dikin  bigweherin û bi awayek serkeftî guherandin. Êdî kuçeyên taxa Îluhê bi rengên cuda hatine xemilandin û bi destên jinan jî tarîtî veguheriye ronahiyê. Îluh buye taxa jinê. Ji ber ku bi taybet jî jinan di wêneyên ku xêz kirine de bal kişandine ser tundiya li jinê tê kirin. Piştî vê xebata jinan a pîroz kesên ku navê taxê bihîstine ji bo kêşandina wêneyan tên taxê, wêne û dîmenên taxê digirin.
 
Yildiz Tuzer, Bahar Unsel û Hatîce Yargi li ser xebatên xwe yên nexişandina dîwaran bi ajansa me re axivîn.
 
'Nîşaneyên li dijî tunaya li jinê'
 
Jinên ku di vê xebata xêzkirina wêneyan de cih girtine dan zanîn ku di pêvajoya koronoyê de bi taybet ji tundiya li ser jinê zêde dibû û wiha gotin: “Her roj jinek dihat qetilkirin, li jinekê destdirêjî dihat kirin. Cîran bi tevahî li hemberî şewbê têdikoşiyan û jin jî hem li hemer şewbê û hem jî li hember mêran têdikoşiyan. Mixabin ev pêvajo ji bo jinê bêhtir zahmet bû. Me jî em vê nexş bikin. Me li hemberî tundiyê sekna xwe da nîşandan û tundiya hat kirin me xêz kir. Çawa me jinan ev tax xemiland, hêza jinan a ku cîhanê bi aramiyê bixemilînin jî heye. Ji ber vê yekê bila dest nedin jinan û bila jin êdî neyên qetilkirin.”
 
‘Bi  kelecana zarokan re me karê xwe mezin kir’
 
Yildiz Tuzer a ku mamosteya perwerdeya kuaforiyê ye û ji ber pêvajoya şewba koronayê dest ji karê xwe berdaye li malê dimîne. Yildizê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wê dixwest ji taxê derbikeve û anî ziman ku di serî de tax gelek kevin û qirêj bûye. Yildizê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demeke dirêj bu ku ez ji xwe re li xaniyekî digeriyam. Lê min ji cîranên xwe hez dikir û min nedixwest ku ji vê taxê biçim. Ji ber ku cîranên min gelek baş bûn. Ji ber wê ez neçûm. Min di serî de xaniyê xwe bi boyaxên rengên cuda tev nexişand. Zarokên ku avahiya min didîtin pir şad dibûn. Dema ku min ev şadbûna zarokan dît min li ser dîwarekî li taxê jî wêne xêz kirin. Lê boyaxa min qediya û zarokan jî bi israr ji min dixwest ku ez wênexêziya xwe berdewam bikim. Ji min re gotin em ê ji cîranan pere kom bikin û boyaxê bistînin. Dema min kelecana wan didît min ji kar mezin kir.”
 
‘Cîran piştgirî da me’
 
Yildizê got êdî bi piştgiriya zarok û jinên taxê re wan karê xwe mezin kir û Êlu nexşandine. Yildizê wiha berdewam kir: “Ji bo ku ji zarokan re qada lîstinê jî bê hiştin ez hewl didim. Min serî li gelek cihan da ku xaniyên xirabuyî rakin û di kuçeyên teng de qadek alîstinê ji bo zarokan çêbibe. Ez bawerim ku ez ê bigihêjim armanca xwe. Dîwar pace û derî wê ji bo zarokan reng bi reng bin. Me cîh da mîrateyên xwe yên dîrokî, lawir û şînahiyê. Êdî taxa me bu cihek rengîn ku bala herkesi dikişine.”
 
‘Jiyanek komunal û xebatên komunal’
 
Bahar Unsel a xebatkara malê ye jî di derbarê wêneyên xêz kirine de wiha got: “Me bi derfetên xwe yên kêm ev wêneyên xweşik xêz kirin. Kedek mezin heye li vir. Lê ya xweş hertişt bi awayek komunal û dest bi dest pêkhat. Coşa zarokan bu sedema coşa me û xemla me daye kuçeyan ji bu sedema kêfxweşiya şêniyên li taxê. Em kesên xizanin, derfetên me sînordarin. Ji ber wê tenê em kêfa xwe bi van tiştan tînin. Ez gelek caran dibêjim ku keda me tê xwarin û nayê dîtin. Ger ku li vê taxê dewlemend hebûna wê piştgirî bidana kesên ev kar dikirin û wê karê wan hatibûna mezinkirin. Yan ji wê bi hezaran reklamên wan bihata kirin. Em xizan in ji ber wê guh nadin me. Xema me û kêfxweşiya me ji me re dimîne.”
 
‘Kenê zarokan bû kene taxê’
 
Hatîce Yargi (20) ji bal kişand ser şêweyên xêzkirina wêneyan û wiha got: “Me wêneyê gelêrî xêz kirin û gelek wêneyên xêzkarên dîrokî ji. Ev li gorî min peyameke mezin e ji bo civakê. Bi taybet jî me bal kişand ser tundiya li jinê û xwezayê. 'Ji tundiya jinê re na, Dest nede Munzura min' me xêz kir. Ji bo ber ku tevli vê xebatê bûme ez gelek şad û bexterwar im. Bi rastekî serkeftî bû û pîroz e. Bi destên jinan jiyana  li taxê hat xêzkirin. Ev dîwarên hun dibînin xirabe û bê reng bûn. Ger ku berê we dîtiba tenê wê xizanî û hejarî bianîna bîra we. Lê me dîmenekî xweşik û rengîn derxist holê. Di pêvajoya koronoyê de yên ku herî zêde zoar û zahmetiyê dijîn zarok in û îro me ew şad kirin. Kenê zarokan bû sedema şadbûna şêniyên li taxê.”