'Divê wêrankirina Heskîfê neyê jibîrkirin'
- 09:22 14 Cotmeh 2020
- Çand û Huner
AMED - Sînemavan Elîf Yîgît li ser pêvajoya Heskîfê belgefîlmek bi navê "Heskîf" amade kir û got: “Ji pêvajoya destpêke heta qedandina bendavê min xwest wêrankirina Heskîfê bînim ziman. Ji ber ku hem bandorê li xwezayê, sewaltiyê û mirovan kir. Dîrokek ji holê hat rakirin."
Heskîf yek ji navçeyên Elîhê ya qedîm e. Ev navçe ku xwedî taybetmendiya mîrateyekê dîrokî û dewlemend bû. Bi bendeva Îlîsûyê dîroka 12 hezar sal di bin avê de hat hiştin. Ligel hemû bertek û nerazîbûnên vê çêkirina bendavê dîsa jî şûnde gav nehat dayîn û ligel Heskîfê gelek cihên dîrokî û gundên wê derê di bin avê de mabûn. Sînemevan Elîf Yîgît ku pêvajoya Heskîfê re şahîdî kir, bi belgefîlma xwe ya bi navê ‘Heskîf’ê kişand. Elîf belgefîlmê xwe qedand û pêvajoya kêşan û li ser belgefîlmê ajansa me re axivî.
Elîf diyar kir ku armanca wê ya li ser belgefîlma Heskîfê bîra dîrokî bûye û wiha got: “Dema em zarok bûn gundê me hatibû şewitandin û em bi neçarî koçberê Çanakkaleyê bibûn. Piştî bi salan em dîsa vegeriyan gundê xwe. Dema em hatin tiştek li gund nebû. Di serî de ez ji bo dîmenên arşîvê çûm Heskîfê. Min dizanî ku kesên ku li vir koçber bûn piştre zarokên wan bên û dê binêrin ku li vir tiştek nemaye. Ji ber vê yekê min xwest ez belgefîlmek wisa çêkim."
Elîf anî ziman ku 100 sal derbas bibe jî dema mirov vê belgefîlmê temaşe bike dê derheqê Heskîfê de xwedî agahî be û ev tişt anî ziman: “Yekem car ez di tebaxa 2019’an de ji bo kêşandina dîmenên arşêvê çûm. Di destpêkê de her tişt asayî bû û min roportajên xwe digirt. Lê piştrê ku ava bendavê her ku diçû bilind dibû êdî rastî derdiket holê. Heskîf tune dibû. Wekî di paşêroja me de gundên me çawa hatibû ruxandin wisa bû."
‘Belgefîlm ji sê beşan pêk tê’
Elîf got belgefîlm di nav xwe de ji sê beşan pêk tê û wiha bilêv kir: "A yekemîn ji beriya çêkirina bendavê ye. Dîmen û hevpeyvînên şêniyên ku li navenda Heskîf û çend gundên ku ligel bendavê dikevin pêk tê. A duyemîn, dema ku Heskîf di avê de dimîne û gund û warên wan tê wêran kirin e. Ya sêyemîn jî dawiya Heskîfa nû û guherandina jiyana şêniyên Heskîfê ye. Dema ku Heskîf hêj di bin avê de nemabû, piraniya mirovên li wir ji bo roportajê bifikar bûn. Ji ber ku hêviya wan hebû, digotin 'wê di bin avê de nemîne'. Lê piştî asta duyemîn êdî hersa xwe dianîn ziman. Ji ber ku nedixwestin ji warên koçber bibin. Piştî ku bendav qediya û Heskîf di bin avê de ma, ez dîsa çûm roportajê. Ew çaxê jî di roportajan de bi gotinên xwe yên wekî, 'me dikarî li hemberî bendavê têkoşînek bida' poşmaniyên xwe dianîn ziman."
‘Divê rastî neyê jibîrkirin'
Elîf bal kişand ser bandora neyînî ya li ser şêniyan û wiha berdewam kir: “Bandorekî neyînî li ser jiyanê kir. Niha li vir sewalkarî qedexe ye. Êdî sewalkariyê diçin çihên çiyayî. Ji bo beytar jî diçin Heskîfa nû. Ew ji bo şêniyan zehmet e. Ji ciwanan jî zehmet bû û hînbûna cihên nû bi xwe re jî pirsgirêkan tîne. Min cara yekem belgefîlmek wisa dirêj kêşand. Ji bo min ceribandinê pir bi qîmet û baş bû. Bi piranî xebatên ku min li vir dikir qedexe bû. Min nedikarî ev qas rehetî kar bikim. Min dixwest ez bibim şahida her kêliyê wêrankirinê. Ev tişt bandorekî neyî li ser min kir. Divê rastî nehata ji bîrkirin. Divê belgefîlmê de herkes parçeyek xwe dîtin."