25'emîn Mîhrîcana Helbesta Kurdî dest pê kir
- 16:10 25 Kanûn 2020
- Çand û Huner
QAMIŞLO - Mîhrîcana Helbestê ji alîyê Komîteya Helbesta Kurdî ya Sûrîyeyê li Pirtûkxaneya Qmişloyê dest pê kir.
Mîhrîcana Helbestê ya 25’emîn ji alîyê Komîteya Helbesta Kurdî ya Sûrîyeyê li Pirtûkxaneya Qmişloyê dest pê kir. Sazîyên sîvîl, helbestkar nûnerên edebîyatvan û sîyasetvanên partîyan beşdarî mîhrîcanê bûn. Piştî rêzgirtinê, endamê Komîteya Helbestên Kurdî yê Sûrîyeyê Welat Şêro di merasima vekirinê de axivî.
Piştî axaftinan sînevîzyoneke di darberê xebatên Komîteya Helbesta Kurdî ya Sûrîyeyê yên ji 1993’an heya niha hatine kirin hat pêşkeşkirin
Wê beşdarbûnê bi onlineyê bibin
Mîhrîcan dê 2 rojan bidome û wê di mîhrîcanê de 52 helbest bên xwendin. Ji ber vîrûsa koronayê ji 52 helbestan jê 17 heb dê bi beşdarbûna online bê xwendin. Ew ê ji welatên cuda jî beşdarî çêbibe.
Endamê Komîteya Mîhrîcana Helbesta Kurdî ya Sûrîyeyê Jinda Mihemed ragihand ku wê di encama mîhrîcanê de dîyarîyan pêşkeşî helbestvanan û edebîyatvanan bikin.