Nivîskar û helbestvanên jin ji bo kampanyaya ziman banga piştgiriyê kirin
- 09:01 15 Adar 2021
- Çand û Huner
Sema Çağlak
AMED - Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdê, di 22'yê sibatê de kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin û kampanya roj bi roj berfireh dibe. Nivîskarên jin banga piştevaniya kampanyayê kirin.
Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, di 22'yê sibatê de dest bi kamyanyaya imzeyan kirin. Kampanyaya ku bi dirûşma “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê” dest pê kir. Xwedîderketina li kampanya ku bi îmzeyên li kuçeyê û bi awayekî online tên komkirin tê domandin, roj bi roj zêdetir dibe. Niviskaran bal kişandin li ser girîngiya vî kampanyayê û banga piştgiriyê kirin.
'Ziman bingeha jiyanê ye'
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray diyar kir ku ziman bingeha civakbûnê ye û wiha axivî: "Giringî û bandora zimanê dayikê li ser civakê tiştekî berbiçav e. Ziman bingeha jiyanê ye. Her netewe bi zimanê xwe heye. Ziman nasname ye, çand e, wêje ye, helbest e, hest e, reng e, hebûn û tunebûna gelan e. Zimanê kurdî tevî ku zêdetirî sedsalî ye ku hatiye qedexekirin jî, ji bo parastina wê kurd her tim li ber xwe didin."
'Xwedî derketina vê kampanyayê ferz e'
Sultan, destnîşan kir ku ji bo ev kampanya bigihîje armanca xwe, li ser kurdan ferz e ku li vê kampanyayê xwedî derkevin û got: "Ji bo parastina ziman xala girîng yek jê ew ê ku bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo bibe zimanê perwerdehiyê îsal sazî û komeleyên ku xizmeta zimanê kurdî dikin di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de qampanyaya îmzeyê dan despêkirin. Xwedî derketina vê kampanyayê ji bo hemî kurdan ferz e. Xwedîderketin hebe ji xwe yên din li pey hev ew ê werin."
'Divê zarok bi zimanê zikmakî mezin bibin'
Nivîskar Fatêxan Taşli Tunç jî diyar kir ku ziman û çand hebûn û tunebûna gelekî ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelên ku çand û zimanê wan werin qedexe kirin, bi tunebûnê re rûbirû dimînin. Zarokê ku bi zimanê zikmakî mezin nebe û perwerde nebe, mîna berxikê mîjo ye, tim aliyek xwe kêm e. Çand û zimanê bi hezar salan e ku ji aliyê dayik û dapîrên me ve, bi riya çîrok stran û helbestan ve hatiye parastin, mixabin ku niha bi asîmîlasyonek dijwar re rûbirû maye. Tê xwestin ku xêzek sor bikişînin ser çand û zimanê kurdî. Di vî warî de barê herî girîng dikeve ser milê me dayikan. Divê ku em zimanê xwe, bi zaroken xwe nedin ji bîrkirin."
'Divê zarok ji dibistan û zanîngehan ziman fêr bibin'
Helbestvan Nurcan Delîl jî destnîşan kir ku divê kurdî di makeqanûnê de were qebûl kirin û wiha axivî: "Ev kampanya dereng mayineke bi rastî. Her kes bi zimanê xwe tê nas kirin. Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye. Ziman dîrok, çand û nasnameyê digire nav xwe. Jiyanek bê lal nikare xwe diyar bike. Ji bo zimanan vegirtina qanûnî hewce ye. Divê hemû qedexe, astengî û astengiyên li pêşiya Kurdî werin rakirin. Divê zarokên kurd ji dibistan û zanîngehan zimanê xwe fêr bibin. Ev mafek xwezayî ye, ev mafek mirovî ye, ev mafek gerdûnî ye"
'Ev kampanya bandorek kir'
Nurcan diyar kir ku gelê kurd benda vê gav avêtinê bûn û got: "Ev kampanya ji aniha de tesirek xurt daniye ser hemû kesan û bi kelecan in. Ez bawerim ew ê Gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin. Bikaranîna zimanê zikmakî dê zarokên wa bi malbatê ve girêbide. Ew ê bextewarî ya wan bilind bibî û di derûniya wan de xweş bûn û geşbûnê çêke. Bikaranîna zimanê zikmakî dihêle hûn zarokên xwe tiştek hîn bikin û bi hev re tiştên nû fêr bibin."
'Bila hemû kurd piştgiriyê bidin vê kampanyayê'
Nurcan anî ziman ku ew ê bi vê kampanyayê armanc dikin ku bibin xwedî statûyek û wiha bi lêv kir: "Zimanê kurdî dê di qada giştî de bê bikaranîn. Em dixwazin hemû kurd bi piştgiriya xwe îmze bikin, ên ku wekhevî û mafên mirovan diparêzin, îmze bikin. Ji ber ku ev kampanya ne ya partî û saziyek siyasî ye. Ji ber vê yekê, em dixwazin hem kurd, hem bazirgan, hem rewşenbîr her kes bi zimanê xwe tê nas kirin piştgirî bidin vî kampanyayê. Em ê di navbêna birêkûpêk de di derbarê vê yekê de bernameyan çêbikin û çalaktir bixebitin. Pêdivî ye ku ev hemî xebat berdewam bikin heya ku Kurdî bibe zimanek fermî, heya ku bibe zimanê hînkirinê. Ez bawer dikim em ê biserkevin. Her çend ev kampanya di bin navê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî de hatibe dest pê kirin jî, di bingeh de kampanyaya hemû kurdan e."