Jinên kurd li Helebê li dijî tundiyê li qadan bûn

  • 12:34 26 Mijdar 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de daketin qadan diyar kirin ku ewê bi têkoşîna jinê dawî li tundiyê bînin.
 
Bi sedan jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze"  daketin qadan û meş li dar xistin. Meş ji aliyê Koordenesyona Koongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat orgenîz kirin. Meşvan ji pêşiya eywana 8`ê adarê  ber bi qadên şerqî ve herikîn.  Di meşê de alên tevger û rêxistinên jinan her wiha wêneyên pakrewanên jin û pankertên bi nivîsa "Hebûna xwe biparêze","Na ji tundiyê re","Bi rihê jinên şoreşger em ê tundiyê têk bibin"hat hilgirtin û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî","Na ji kuştina jinê re","Bijî berxwdana jinan" hatin berz kirin.
 
Jinên ku tevli meşê bûn ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
Endama Koordenesiyona Kongreya Star a bajarê Helebê Nêrgiz Bekir têkildarî  rojê got:"Em di vê rojê de tekoşîna hemû jinan pîroz dikin ku li hemû deverên cîhanê jin xwedî li xwe derketin û li dijî tundiyê serî hildan. Ev yek jî bi diruşma 'Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêzin' hat li darxistin ku li tevahiya cîhanê belav bûye."
 
'Divê jin serî netewînin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Nêrigizê da zanîn ku divê jin li dijî tundiyê serî hildin û netewînin û wiha got:"Heta rojaa me ya îro jin di gelek qadan de û li gelek herêman tundî li wan hatiye kirin.  Divê  jin serî netewînin û asta tekoşîna xwe bilind bikin, xwedî li nasname û mafê xwe derkevin."
 
'Tekoşîna jinan li ser şopa pakrewanan didome' 
 
Di heman demê de welatiya taxa Şêxmeqsûd Bêrîvan Yosif axaftina xwe kir û wiha got:"Tevî ewqas tekoşîn li dijî tundiyê û serî hildana jinan lê mixabin heta roja me ya îro jî jin bi tundiyê re rû bi rû ne. Mînaka herî berbiçav jî şoreşa Rojava ye ku gelek fermandar û pêşengên me yên weke Sosin Bîrhat, Jiyan Tolihildan û Hevrîn Xelef  hedef hatin girtin.  Lê bi ser neketin û heta roja îro tekoşîna jinan li ser şopa pakrewanan didome."
 
'JIn xwe diparêzin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Bêrîvanê ev tişt bi bîr anî û got:"Heta roja me ya îro li pêşberî hemû rêxistinên mirovî û komeleyên jin yên navneteweyî jinan tundî dîtiye.  Lê îro jinên Kurd  serî natewînin û tekoşîna li dijî tundiya mêrê serdest didin berdwamkirin û roj bi roj berxwedana xwe nûjen dikin."
 
'Êrîş perçeyek ji tundiyê ne'
 
Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvanê qala êrîşên berdewam li ser kantona Efrîn-Şehba kir û got êrîş perçeyek ji tundiyê ne û wiha pê de çû:"Îro 7 sal welatiyên Efrînê koçberî Şehbayê bûne lê belê 7 sal êrîş li ser wan her tê berdewamkirin.  Gelek caran jin û zarok bûn hedefa dijmin û ev jî tundiya herî mezine  ku derheqê jin û civakê tê meşandin."