Li Peyasa Amedê şahiya zarokan

  • 19:17 8 Tîrmeh 2021
  • Çand û Huner
 
AMED - Li Peyasa Amedê ji hêla MED-DER'ê ve şahiya zarokan hat lidarxistin. 
 
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) a Amedê xebatên xwe yên ziman didomîne. Di çarçoveya xebatên ziman de lig undan ji bo zarokan şahî li dar xist. Îro jî li navçeya Peyasa Amedê ji bo zarokan li sîteyekî Diclê Kentê şahiyek li dar xist.  Mamoste û rêveberên MED-DER'ê ligel komeleyê çand û hunerê di destpêkê de ji zarokan re stran gotin û bi hev re meşiyan.
 
Piştî stranê zarok bi mamosteyên komeleyê re ligel hevdu civiyan û xelekekî avakirin. Tîpên kurdî hatin nîşandan. 
 
Komeleya çandê rîtmên xwezayî fêrî zarokan kir  û bername bi strana keleşo bi dawî bû.