Jinên Îzmîrê: Butçe ne ji bo jinê ji bo şer tê xerckirin!
- 09:07 26 Mijdar 2024
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Jin der barê xizaniya jin û zarokan de axivîn û diyar kirin ku xizaniya jinê girêdayê tundiya mêr e. Jinan her wiha diyar kirin ku butçe ji şer û diyanetê re tê veqetandin, ji berê vê jî xizanî giran dibe.
Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî ya tê jiyîn xizaniya jinê jî giran dibe. Li gorî dneyên her demê tên betaliya jinan li gorî cureyên betaliyê herî zêde ye û jinên dixebitin jî bêewle, mûçeyên kêm tên xebitandin. Butçe ne ji bo jin, zarok, perwerde û tenduristiyê, ji bo şer tê xerckirin. Di hevdîtina butçeya sala 2025’an de tê plankirin ku ji bo şer trîlyonek û 608 mîlyar lîra bê tahsîskirin. Butçeya şer ya di 2024’an de 971 mîlyar lîra bû îsal ji sedî 165 zêde bû. Butçeya ji bo wezareta xizmetên malbat û civakî tê pêşniyarkirin jî 407 mîlyar û 10 mîlyon û 627 hezar lîra ye.Tabloya derketiye holê nîşan dide ku sal bi sal butçeya ji şer re tê veqetandin hîn zêdetir dib û xizaniya jin û zarokan giran dibe.
Jinên Îzmîrê der barê mijarê de ji ajsana me re axivîn û diyar kirin ku ji bo guherîna vê pergalê, ji bilî rêxistinkirinek xurt rê tune ye.
'Xizaniya jin û zarokan girêdayê tundiya mêr e'
Gulser Turan da zanîn ku xizaniya jin û zarokan girêdayê tundiya mêr a li ser jinê ye û tundî jî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê pêk tê. Gulser Tuna wiha dirêjî dayê: “Desthilatdarî tawîzê dide tundiya mêr. Dixwazin jinan hepsê malê bikin. Betalî di asta herî jor de ye. Ji bo ciwanan qadek kar nayê vekirin. Hemû ciwan niha hewl didin biçin derveyê welat. Mûçeyê asgarî têrî tiştekî nake. Lêçûna mutbexê temam nake. Lêçûnên zarokan hene. Ji ber vê mirov dikevin bêzariyê. Butçe herî zêde ji şer re tê veqetandin. Ji diyanetê re tê veqetandin. Divê em pêşî li vê bigirin. Niha di bi navê parastinê de qanûnan derdixin. Di vê mijarê de welat bi hev re di pêşbirkê de ne.Divê em ji şer re bêjin na. Divê em bê çare şer temaşe nekin. Em bê hêvî nemînin, li dijî şer derkevin.”
‘Wê jin xizan jî bimîne bêpar jî bimîne’
Jina bi navê Gulşen Şahîn jî da zanîn ku li Tirkiyeyê civaka baviksalar heye, jinan neçarî bav, hevjîn û zarokên wan dikin û got: “Ev rew jî ji xizaniyê wêdetir tiştek nîne. Li welatekî rêveber rabin bêjin ‘cihê jinê mala wê ye’ wê jin xizan jî bimîne, bê par jî bimîne. Em hatin nokteyek wisa. Butçeyê ji şer re vediqetînin. Bila ji perwerde û tenduristiyê re veqetînin.Bila ji perwerdê re razînin zarokên keç bidin xwendin û xizaniya jinê ji holê rabe.”
‘Xizanî herî zêde me dikuje’
Îlknur Maral jî balkişand ser sedema xizaniya jin û zarokan û got sedem kapîtalîzm e. Îlknur Maral di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Kapîtalîzm herî zêde jinan dikuje. Di van rewşan de, di şeran de herî zêde jin û zarok dimirin. Li vir jî wisa ye. Ez jî demek dirêj tenê mam. Min zarokê xwe tenê mezin kir. Xizanî herî zêde me jinan dikuje.Li navçeya Selçukê 5 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Lê AKP’ê dayika wan sûcdr kir. Polîtîkayên AKP’ê li ser vê pêş dikevin. Her tişt li ser bedena jinê li ser tiştên dike tê meşandin. Divê em li gel hev li dijî vê têbikoşin. Wekê din riya me tune ye.”
‘Li welat hem jin hem zarok xizanin’
Jina ku nexwest navê xwe bide jî wiha got: “Xizaniya jinan ji aliyê desthilatdariyê ve bi zanebûn tê kirin. Desthilatdarî ji ji hêza xurt a jinan ditirse. Ji ber vê dixwaze hepsê malê bikin. Em vê ji gotinên desthilatdariyê dizanin. Ji bo her tiştê jinan ew biryarê didin. Ji cil û bergan bigirin heta temenê zewacê, heta çend zarokan bînin dinê. Ji ber vê jî jin xizanin. Li welat krîzek giran heye. Jinên aboriya wan tune ne, neçarin bi pereyê hevjîn debarê bikin. Li welat ji xwe jin û zarok xizanin. Dewlet jî pereyê gel li derveyê sînor ji bo kuştina mirovan bikar tîne. Divê ev pergal biguhere û ev hikûmet biguhere.”