MKG bertek nîşanî binçavkirinan da: Êrişê li têkoşîna heqîqetê dikin
- 10:22 26 Mijdar 2024
- Rojane
AMED - MKG'ê têkildarî binçavkirina rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku binçavkirina der hiqûqî ya li hemberî rojnamegeran ne tenê li hemberî pîşeya rojnamegeriyê, mafê xwegihandina nûçeyên rast e.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî binçavkirina rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Piştî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê, di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de, îro danê sibê li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Şirnex û Rihayê, polîsan di nav de malên rojnamegeran jî heyî bi ser gelek malan de girt. Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî di nav de gelek rojnameger hatin binçavkirin. Her wiha polîsan bi ser mala rojnameger Gulcan Derelî de jî girt.
Rojnamegerên jin dibin hedef
Ev rastiyeke ku azadiya çapemenî û ragihandinê mafekî makeqanûnî ye û kevirê bingehîn ê civakên demokratîk pêk tîne. Lê ev bûyerên ku îro em dibin şahid, nîşaneya zexta sîstematîk a li ser xebatkarên çapemeniyê ye. Nayê qebûlkirin ku di serî de rojnamegerên jin ji bo eşkerekirina heqîqetê bibin hedef.
Ev mudaxaleya der hiqûqî ya li hemberî hemû rojnamegerên jin, ne tenê li hemberî pîşeya rojnamegeriyê, di heman demê de li hemberî mafê xwe gihandina nûçeyên rast êrişek e.
Em banga piştevaniyê dikin
Em weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê careke din tekez dikin ku em ê tu carî tawîzê ji îradeya xwe ya berdewamkirina erka xwe ya dengê gel û parastina mafên rojnamegerên jin nadin. Zext, binçavkirin û polîtîkayên tirsandinê wê nebin sedem ku em dest ji têkoşîna heqîqetê berdin.
Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku demildest hevalên me yên dij hiqûqî hatine binçavkirin serbest bên berdan. Em bang li berpirsyaran dikin ku dawî li van pêkanînên ku azadiya çapemeniyê binpê dikin, bînin. Em hemû kes û saziyên ku mafê gel ê agahdarkirinê diparêzin vedixwînin hevgirtinê."