Serlêdanên ji bo Enstîtuya Kurdî zêde ne: Divê em ne li bende dewletê bin

  • 09:03 24 Îlon 2021
  • Çand û Huner
 
Marta Somek
 
STENBOL - Yek ji mamosteya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Aysel Tabak da zanîn ku di zimanekî ku dikare çi bike hebe di Kurdî de jî ev gelek zêdeye zimanekî dewlemende û bang kir ku divê kurdî di her qada jiyanê de bê jiyîn û wiha got: “Kurdî di bin zextê de ye, ger ku zext nedîtiba wê me nûçeyên ‘ji ber kurdî axivî hat lînçkirin’ nebihistiba. Ev nîşaneya ku zext li ser ziman heye. Ji ber ku kurdî tê terorîzekirin.”
 
Zextên li ser zimanê kurdî her diçin zêde dibin û hewl tê dayî ku bê asîmelekirin û di bin zextê de bên girtin. Kurdî li girtîgehan dibe mijara lêpirsînê û tê tunekirin û terorîzekirin. Her wiha di çapemeniyê de jî Kurdî dibe hedefa nefretê. Mamosteya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Aysel Tabak derbarê xebatên dimeşînin û zextên li ser zimanê kurdî nirxandin kir.
 
Di 1’ê cotmehê de perwerde dest pê dikin
 
Ayselê, destnîşan kir ku dema pandemiyê dest pê kiriye bi onlîne perwerda kurdî dane û dema nû de dixwazin rû bi rû bidin lê nikarin bi giştî derbasî rû bi rû bibin û wih agot: “Di 1’ê cotmehê de wê dersa rû bi rû dest pê bike. Xebatên me tenê ji dersê ne pêkanin. Weşanên me hene, pirtûk, kovar hene. Niha pirtûkên Heciyê Cindî hene, di asta çapkirinê de ne. Me Hînkerên xwe jî nû kirin.”
 
‘Ji bo kurdî eleqe zêde ye’
 
Ayselê bi lêv kir ku enstîtuyê berê semîner pêkanîne, niha nikarin bernameyên rû bi rû pêk bînin û wiha dirêjî dayê: “Me semîner onlîne pêk anîn. Ji bo kurdî eleqeyek mezin heye. Me serlêdanên onlîne vekir û rojekê de ji hezarî zêdetir kesî serlêdan kir. Lê dema ders dest pê dikin hejmar dikare kêm bibe. Ewil polê de 30 hes hene û piştre ji ber sedeman dikare dakeve heta 23’an. lê bi giştî eleqeyek mezin heye.”
 
‘Kurdî ji însiyatîfa rêveberiya dibistanê re dimîne’
 
Ayselê da zanîn ku kurdî li dibistanê dewletê wek dersa hilbijarteye lê ne aktîfin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji ber ne dersa vekiriye, ev ji însiyatîfa rêveberiya dibistanê re maye. Ji ber vê jî dibistan piranî dersê venadin. Dema dibistan tên vekirin mirov xwedi hişmend bin û ji rêveberiyê bê xwestin belkî rêveberî li ser zextê dersê vebike. Di pêvajoya çareseriyê de sembolîk be jî dersên kurdî vebibûn lê niha em dikarin bêjin ku pêvajoyek wisa tune.”
 
‘Ger armanc kurdîbûna wê niha dersa ferzkirîbûna’
 
Ayselê diyar kir ku ligel dersa ferzkirî nîne, tayînkirina mamosteyan jî nayê kirin û wiha pê de çû: “Her dem bi awayekî sembolîk tayînkirinek nayê kirin. Ger armanc xwendina bi kurdîbûna wê mamoste bihata tayînkirin û ev ders ne hilbijarte, ferzkirîbûna. Li dibistanan perwerde tunebe jî divê teqez serlêdanên kursan bê kirin.”
 
‘Gel ziman neparêze wê çi bimîne..’
 
Ayselê balkişand ser girîngiya ziman û ev tişt daxuyand: “Di esas her tiştî de ziman heye. Li nêzî we ev qurs hebin, kî li Êlih, Amed, Manîsa, Îzmîr û gelek cihên din malbat dikarin serlêdan bikin, gelek kes dildar qursan li ser înternetê didin. Li vê qadê em ne tenê ne. Tenê esntîtu nade. Divê em derferan binirxînin. Ger ku gel ziman neparêze wê çi bîme.”
 
‘Divê em li bendê dewletê nebin'
 
Ayselê diyar kir ku ji bo kurdî bê jiyîn çi ji destê wan tê dikin û ji bilî enstîtuyê jî hewl didin û kesên di vê mijarê de hewl didin hene, divê ev bên nirxandin û got ji bo vê divê mirov li bendê dewletê nemînin.  Ayselê axaftina xwe wiha domand: “Gelê Kurd ji bo zimanê xwe divê hemû derfetan bike dewrê. Li Tirkiyeyê siyaset bandorek mezin li ser civakê dike. Hem desthilatdarî hem partiyên rastgir netewperest û gelek partiyên din li dijî kurdî ne erênî ne. Desthilatdarî ji xwe terorîze dike. Divê siyaseta kurd li dijî van polîtîkayan xebatên xwe de cih bidin kurdî. Dikarin daxuyaniyên xwe bi kurdî bidin,  dikarin peyam û xebatên xwe bi kurdî bikin. Dikarin di civînan de bi kurdî biaxivin. Divê kurdî bi axaftina rojane sînor nemîne. Kurdî zimanekî dewlemende. Bi zimanekî dikar çi bêkirin, bi kurdî re heye. Ji ber vê divê dikare ziman bê bikaranîn û xebat bên meşandin. Zext li ser kurdî heye. Ger ku zext tunebûna wê nûçeyên ‘ji ber kurdî axivî hat lînçkirin’ wê me nebihista. Êrîşên li ser kurdî nîşaneya zextê ye. Ji ber kurdî tê terorîzekirin.”
 
‘Divê kurdî bê axaftin’
 
Ayselê balkişand ser zimanê çapemeniyê jî û da xuyakirin ku terorîzekirina ziman nikare bê qebûlkirin û zexteke ku di jiyana rojane tê hîskirin heye, di çapemeniya civakî de jî mirovên zimanê xwe bikar tînin rastî zextê tên.  Ayselê wiha dawî lê anî: “Bi zarokan re divê teqez kurdî bê axaftin. Ev gelek girîng e. Zimanê dayikê di alî pêşketina zekayê de jî girîng e. Heta ku pêkane bila malbat bi zarokan re kurdî biaxivin û li malên wan materyal hebin. Divê weşanên wek zarok TV teqez bên nirxandin.”