Li Darmstadt û Gottingenê çalakiyên 25’ê Mijdarê

  • 23:24 25 Mijdar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Darmstadt û Gottingenê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî çalakî hatin lidarxistin.
 
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Roza, Feministische Frauen û Intervenistische Linke mîtîngek hate lidarxistin. Bi dehan jin beşdarî mîtîngê bûn û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin û flamayên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E) hatin hildan.
 
Di çalakiyê de hemû sazî peyamên xwe dan û li ser navê Meclîsa Jinê ya Roza daxuyaniya bi sernavê “Şerê we xwîna me ye- Em bi 'Jin, Jiyan, Azadî' xwe diparêzin” hate dayîn.
 
Di mîtîngê de hate destnîşankirin ku komkujiyên jinan û sûcên li dijî jinan berhema pergalên zextê û baviksalarî ne. Her wiha îşaret pê hate kirin ku di sala 2024’an de li Tirkiyeyê nêzî 300 jin hatine kuştin û gelek ji van jinan li malên xwe û li qadên ku divê ewlehiya wê hebe, jiyana xwe ji dest dane.
 
Di mîtîngê de qala zext, îşkence û darvekirinên li Îranê yên li dijî jinên Kurd hate kirin.
 
Hate diyarkirin ku Tevgera Azadiya Kurd vê tundiyê weke hêmaneke bingehîn a pergala baviksalarî pênase dike û banga veguherinekî civakî ya li ser bingeha azadiyê dike. Hate diyarkirin ku felsefeya vê tevgerê azadiya jinan ne weke kesayet, lê weke hêzekî ku civakê vediguherîne dike hedef.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê jin li diîj tundiya bi piştgiriya dewletê weke parçeyeke berxwedana kolektîf birêxistin bibin û mafê jiyaneke azad biparêzin.
 
Di mîtîngê de tim û tim dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.
 
Gottîngen
 
Li bajarê Gottingen ê Elmanyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî meşeke girseyî hate lidarxistin.
 
Gelek rêxistinên jinan ên Alman û gelek jinên Kurd beşdarî meşê bûn. Di meşê de li ser navê gelek saziyan peyam hatin dayîn û li dijî tundiya li ser jinê banga rêxistinbûna hevpar hate kirin.
 
Di meşê de tim û tim dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin