Panela bi navê 'Zarok û ziman' hat lidarxistin
- 17:46 3 Cotmeh 2021
- Çand û Huner
AMED - MED-DER'ê panela bi navê "Zarok û ziman" li dar xist. Di panelê de hat destnîşankirin ku ziman ne tenê mafeke û ziman pêdiviyeke jiyanî ye.
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER)' panela bi navê "Zarok û ziman" li dar xist. Panela ku li avahiya komeleyê pêk hat gelek malbat û kesên zimanhez beşdar bûn. Her wiha pankarta "Parastina bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e" hate daliqandin. Moderatoriya panelê Hevseroka komeleyê Şîlan Elmas Kan kir. Wek beşdarvan jî pedagog Adar Jîyan, hiqûqnas Cemîle Turhalli, akademîsyen Resûl Geyîk tevlî panelê bûn.
Panel bi axaftina Şîlanê destpê kir. Şîlanê diyar kir ku mafên zarokên kurd bi sedan sal e tê binpêkirin û got: "
Me kampanyayek dabû destpêkirin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. Em dizanin ku ziman ji gelek aliyan bandorê li ser zimanê heye dike. Yên ku manewîyet û sibêroja vê civakê ava dikin bêguman zarok in. Lê belê zarok ji mafên xwe yê bikaranîna ziman bêpar dimînin û bi tora bişaftinê re rûbirû dimînin. Bi taybetî jî li Tirkiyê ji ber pirsgirêka demokrasî mafê bikaranîna zimanê tê binpêkirin. Li Tirkiyê bi qirkirinê çand ûziman tune tê hesibandin. Ji ber ku em li hemberî êrîşên li dijî zimanê kurdî bertekên tund nîşan nadin nikarin pêşiya bişaftin û polîtikayên tên pêşxistin bigirin. Em dibêjin mafên zarokan ê zimanê tê binpêkirin ji ber vê me xwest li ser vê mijarê panelê li dar bixin."
'Ziman bi nasnameya xwe civakê saz dike'
Parezêr Cemîle Turhalli jî axivî û diyar kir ku ziman tenê qisekirin nîne û wiha axivî: "Ziman çand, dîrok û hişmendiya kollektîva neolotik e. Ziman bi nasnameya xwe civakê saz dike. Li ser erdnîgariya ku em dijîn êrîş û perçebûnek heye. Lewre wê parçebûnê li ser zimanê kurdî jî bandor kiriye. Ziman ji bo neteweyekî gelek girîng e. Ji bo hişmendiya mirovan ziman gelek girîng e. Em hertim dibêjin ziman nasnameya me ye. Mirov bi nasnameya xwe tê naskirin. Netew bi zimanekê xwe tên naskirin. Lewra em girîngiya ziman baş dizanin. "
'Tirkiyê mafê zimanê zikmakî binpê dike'
Cemîle da zanîn ku ji bo mafê ziman komîsyon û peymanên navneteweyî henie û got: "Di nav peymanên navneteweyî de mafê ziman xal bi xal hatiye binavkirin. Li bin vê peymanê îmzeya Tirkiye jî heye. Lê belê Tirkiyê mafê zimanê zikmakî binpê dike. UNESCO ji bo ku ji hemû zimanan re girîngî û rêzdarî bê nîşandan û pêşiya tunekirina zimanan bê girtin 21'ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê îlan kir. Lê belê ew peyman Tirkiyê îmze nekir."
'Bikaranîna ziman ji bo perwerdê mafê bingehîn e'
Cemîle axaftina xwe wiha bi dwî kir: "Heta ku em zimanê xwe nedin jiyîn wê ziman jî mehkûmê tunebûnê be. Ji bo jiyandina ziman perwerde mafê bingehîn e. Lewra em ji bo mafê perwerdehîya ziman bi israr in. Divê qanûn li ser vê mijarê bên derxistin. Tirkiyê hewceye ku peymanên navneteweyî yên di hêla ziman de bibîne."
'Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî tune tê hesibandin'
Resûl Geyîk jî destnîşan kir ku mafê perwerdehîyê ji bo zarokan girîng e lê perwerdehiya zimanê zikmakî tê tunehesibandin. Resûl, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wextê ku zimanê zikmakî nebe, vê gavê zimanê perwerdehiyê, bi zanîna zimanê din pêşve diçe û di dawiya dawîn de zimanê zikmakî jî tê jibîrkirin. Bi vî awayî bi zarokan re hişmendiya ji bilî zimanê zikmakî pêş dikeve. Xwe pênasekirinê êdî bi zimanê din dike. Ji demên pêş de êdî bikaranîna zimanê zikmakî kêm dibe, peyvên xwe kurt dikin û peyvên zimanê din dixin nav axaftina xwe. Vê gavê zarok bi hişmendiya zimanên serdest mezin dibin. Zarok piranî wextên xwe li dibistanan derbas dikin ji ber vê jî divê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn."
'Ziman pêdiviyek jiyanî ye'
Pedagog Adar Jîyan jî diyar kir ku ziman ne tenê mefek e, ziman pêdiviyek jiyanî ye û got: "Çawa ku bê xwarin, bê hilm jiyan nabe bê ziman jî jiyan ne pêkan e loma mafê ziman jî ji wan pêkeran cuda nîne. Ji hêla pedagogan de jî ziman wek dayikek e. Ji ber ku dayik perçeyek ji xwezayê ye û jê qût nabe. Ziman jî divê di xwezayê xwe de bimîne. Lewra em ewqas li ser têkiliya zarok û ziman disekinin û nîqaş dikin. Em ji bo zarok û ziman dikarin şibandinek wek çêkirina avahiyek bidin. Heke bingeha avahiyê tune be, ew avahî mehkûmê ku hilweşe. Her wiha ziman kesayetê jî ava dike. Li ser derûniya zarokan bandora ziman rasterast heye. Zarokek ku zimanê xwe nekaribe fêr bibe helwestên wekî tundî nîşan dide. Ji ber ku zarokên mafê wan ê ziman tê binpêkirin di hundirê wan de qelsiyek çêbibe. Ew jî xwe di pêşerojê de bi şêwazên cuda nîşan dide. Di hêla derûniyê de zimanê dayikê bi qasê şîrê dayîkê girîng e."