Dersên 'Wêjeya Kurdî ya Muebetiyê' dikin dest pê bikin

  • 09:02 19 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
 
Melîke Aydin
 
MUGLA - Di çarçoveya Dersên Zayenda Civakî ya bi hewldana Off-unîversity de wê dersên ‘Wêjeya Kurd a Muebetiyê’ dest pê bikin. Di dersan de wê berhemên Rojbîn Perîşan, Nîbel Genç û Edîp Yalçinkaya bên destgirtin, wê girtibûna muebetê, bandora hundir a li derve bê nirxandin.
 
Bi hewldana Off- unîversity a li Almanyayê di statuya komeleyê de hatiye avakirin, bi malovahiya Zanîngeha Munîh Ludwîng-Maxîmîlîans, Enstîtuya Xebatên Rojhilata Navîn û ya Nêz, ji aliyê Dîlek Hatatolgu û Ahu Karasulu ve wê dersên ‘Wêjeya Kurd a muebetiyê’ bê dayîn.  Di çarçoveya dersên zayenda civakî de, ders wê li ser onlîneyê ji her kesî re bê pere bê dayîn û berhemên Rojbîn Perîşan, Nîbel Genç û Edîp Yalçinkaya bên destgirtin. Ders wê 20’ê cotmehê dest pê bikin û nêzî 15 hefteyan bidome. 
 
Di dersên mijara gotinê de wê ciwanên kurd ên di salên 1970’ê de hatine dinê, salên 90’î de tevlî Tevgera Azadiya Kurd bûne û piştre hatine girtin û rastî cezayê muebetê hatine, ciwaniya xwe di girtîgehê de derbas kirine wê bê destgirtin. 
Akademîsyen Ahu Karasulu û Dîlek Hattatoglu der barê mijarê de axivîn.
 
‘Nifşê nivîskarên temenê xwe di girtîgehê de derbas kirine’
 
Ahuyê da zanîn ku dema ‘wêjeya girtîgehê’ tê gotin berhemên girtiyan û mijar û berhemên niviskî yên tên hilberandin tê hiş û wiha got: “Berhemên hersê nivîskaran jî gelek baş in û di dersê de wê bên nirxandin. Ev nivîskar di salên 70’ê de hatine dinê û di serê sala 1990’î de tevlî tevgera azadiya kurd bûne. Piştî demekê hatine girtin û cezayê muebetê girtin heta 780 sal ceza danê û temenê ciwahiyê di girtîgehê de derbas kirine. Ev nifşekî temsîl dikin.  Dîrokek gotinî ya baş di dersê de tê bikaranîn. Jiyana derve dinivîsin. Romanên dîrokî û dîroka gotinî dinivîsin. Lê nayên xwendin û nayên zanîn.”
 
Ahuyê bi lêv kir ku di wêjeya polîtîk a kurd de teqez ‘zindan’ û ‘wêjeya çiya’ heye û nêrîneke siyasî ya nivîskaran heye. Ahuyê ev tişt daxuyand: “Angaje; Lê angajebûyîn, tiştên wan nivîsîne nake metneke nebaş. Dema vê dinivîsin nakevin kemîna propagandaya kartîkaturizeyê. Li gorî min ew çiraveke ku jîrbûna wan nivîskaran kor dike. Nakevin wir. Pir baş wêjeya polîtîk e. Yek jî du romanên Rojbînê ya bodrumên Cizîrê vedibejê ‘Strana Axê’, ew di hundir de nivîsiye. Ji bo karekterê sereke dibêje ‘Yek wisa heye, ez nas dikim’. Ya din jî romana Mahmut Alinak e. ‘Ev hêmayên dîrokî ne nanivîse’ lê qe nebe ‘ev çawa bû ku çêbû’ tîne ber çavê me û di vî alî de nirxa wê ya belgeyê heye. Di du romanên din yên Rojbîn Perîşan de di salên 90’î de li Amedê ciwanî û jina kurd a polîtîk bi awayekî heybet heye.”
 
‘Wê di her şertî de hilberînin’
 
Ahuyê balkişand ser şertên tecrîdê û wiha dirêjî dayê: “Her çiqas şertên tecrîdê girankirî bidome jî girtî hildiberînin. Dema tiştek kêm bibe, hestên wan ên din pêş dikevin û di wê bêdengiyê de tiştên din dibînin û pêş dixin. Tiştê xwe digihîninê jî giraniya wan heye. Me nameya Nîbelê negirt. Di meha hezîranê de nameya 11 rupelî şand lê neket destê me.  Ji ber qedexe danîne ser. Heta 10’ê îlonê jî nehiştin bişîne. Lê şûnde bê şandin nikare êdî bişîne. Mafê wan tune ye. Lê pirtûkên wan ên duyem hene, ya Nîbel û Rojbînê. Ya Edîp jî heye.”
 
Ders dikarin bibin alava şikandina tercrîda li ser akademiyê
 
Ahuyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li akademiyên Rojava, zanîngehên ku bi vî navî ji bo dersekê fonê didin, dersên doktora didin zorê di carekê de rawestiyan. Tam di vê nokteyê de dayîna derseke wisa, gelek bi nirx e. Di qada akademîk de tecrîd heye. Ev ders dikarin bibin alava şikandina tecrîda li ser akademiyan.”
 
Dersa zayenda civakî
 
Dîlek Hattatoglu jî  berhema ‘Odeyek aydê we’ ya Vîrgînîa Wolf mînak nîşan da û balkişand ser zayenda civakî ku çawa digirin dest. Dîlekê jî nêrîna xwe wiha diyar kir: “Di nifşê tê destgirtin de wek qelek derê, nivîskarên jin dîsa kêm in. Tevî vê berhemên du nivîskarên jin û yeke mêr hat hilbijartin. Her du jin jî nivîskarên baş in. Me Edîb jî tercîh kir.”
Nivîskarên ku defet nedîne berhemên xwe dubare bixwînin
Rojbînê bi hevkariya parêzerên xwe gotiye ‘Min 30 salên xwe di nav civakek jinan a homojen de derbas kir. Ji ber vê dibe ku nebaş binivîsim.’ Tişta Edîp Yalçinkaya dibêje. Nivîskarên muebetî, derfetên ku nivîsên xwe dubare bixwîne nedîtine. Çîneke girtîbûnê jî heye. Li aliyekî bê derfet e, lê di nav bêderfetiyê de kedek mezin dane, metnên baş ên wêjeyî nivîsîne.”
 
Bi riya wêjeyê ji nifşan re vedibêjin
 
Dîlekê destnîşan kir ku nivîskarên muebetê,  tiştên nêzî çîroka jiyana xweser a dema li dervebûn hilberandine lê bêyî ku kesî sûcdar bikin, li bersiva pirsa ‘em çima têk çûn’ digerin.  Dîlekê wiha balkişand ser berheman:  “Li şûna berpirsyariyê bikin ser hinek sazî û hinek mirovan, bi rastî nîqaş dikin. Rastiyê ava dikin û vê radigihînin nifşên deverên cuda yên vê erdnîgariyê.”
 
Cih nadin zimanê mêr
 
Dîlekê daxuyand ku Rojbînê ji bo pirsên weke ‘çima mêr di berheman de nehatine bikaranîn’ de jî vê bersivê dide ‘Wêje jiyanê nîşan nade, wê ji nû ve diafirîne. Ez dijûnê bi kar naynim.’ Rojbîn dibêje ku ‘Ez girîngiyê didim zimanê jinê. Ez naxwazim zimanê serdest ê mêr bi kar bînim.’ Ev teoriyek wêjeyê ya bi hevokekê hatiye îfadekirin e. Ev berhemên hatine nivîsîn hemû gelek dewlemend in. Ji bo me hemûyan demek girîng vedibêjin.”
 
Ji bo hûn qeyda xwe ya ji bo dersan çêbikin hûn dikarin vê lînkê vekin:
 
https://coworkingsquares.de//tr-TR/Login/CustomLogin/Register?ReferenceCode=ac76786d-5129-46e2-888c-5fb730c15b45