Esnafên jin: Em ne dikarin bikirin û ne jî dikarin bifroşin
- 09:02 21 Cotmeh 2021
- Çand û Huner
AMED - Esnafên Bazara Jinan a Semta Jiyanê ya Amedê da zanîn ku gelek caran bi bêrika vala vedigerin malên xwe û gotin: "Welatî tên buhayan temaşe dikin û diçin. Êdî em ne dikarin bifiroşin û ne jî dikarin bikirin."
Li Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe giran dibe û bandorê li tevahiya jiyanê dike. Di serî de bihabûna gaza xwezayî, ceryan û avê welatiyan di vê demsalê de dixe nav fikaran. Ji ber fatureyan êdî welatî ji xarin û vexwarin, cil û bergan teserûfê dikin. Esnafên Bazara Jinan a Semta Jiyanê ya Rêzana Amedê dixebitin der barê qeyrana aboriyê de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
‘Ji qeyranê bêtir esnaf mexdûr dibin'
Gurbet Demîr ku 9 sal in pazarvaniyê dike, diyar kir ku berhemên wan di destê wan de dimîne û got: “Gava min nû dest bi kar kiri, karê me baş bû. Me dikarî debara xwe bikin, lê belê niha em nikarin danûstandinên rojane jî bikin. Her tişt biha bûye. Em nikarin zebzeyên xwe bifiroşin. Muşterî jî li hemberê bihabûnê aciziyên xwe tînin ziman lê ji destê me tiştek nayê. Em zirarê dikin. Em jî neçar dimînin ku erzan bifroşin lê ji me re jî tiştek namîne. 5 zarokên min hene. Bi tena serê xwe ez hewil didim ku debara mala xwe bikim. Hemû pêdiviyên zarokên min û pêdiviyên malê ez bicîh tînim. Gava em diçin halê jî li hemberê jinên bazarvan newêkheviyek heye. Ji me re biha difiroşin. Lê belê ji yên mêr re erzan difiroşin. Em ji vê rewşê acizin û ew newekhêviyê qebûl nakin."
‘Em ne dikarin bikirin û ne jî dikarin bifroşin’
Gurbet destnîşan kir ku ew ne dikare bifiroşe ne jî dikare bikire û got: “Hemû mexdûrbûna welatiyan ji ber rayedarên dewletê ye. Ez tezgaha xwe radixim û sebzeyan bi cîh dikim. Dûre li bihayan dinihêrim aciz dibim. Ez bi xwe dibêjim ew ê muşterî çawa werin û ew berheman bikirin. Ez caran xwe wek mûşteriyek jî difikirim û wan mafdar dibînim. Di vê qeyranê de kesên ku nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bînin cih hene. Hemû kes jî dizane ku Tirkiyê di nava qeyraneke mezin de ye. Em jê gelek bandor bûne. Divê xelk ji wê qeyranê bê rizgarkirin. Pêwîstî bi çareseriyê heye.”
‘Heke wiha berdewam bike em ê neçarin vegerin malê'
Jina bi navê Guneş ku nexwest paşnavê xwe bêje diyar kir ku ew nikarin nîvê berhemên xwe bifiroşin û got: “Ez 20 sal in hewil didim ku debara mala xwe bikim. Min bi derfetên xwe zarokên xwe mezin kir. Lê niha êdî jiyan ewqas biha bûye ku em nikarin debara xwe ya rojane pêk bînin. Gelek tişt biha bûne. Hem muşterî nikarin bikirin hem jî em nikarin bifiroşin. Muşterî dixwaze erzan bin lê em jî ji halê biha digirin. Em berhemê xwe nikarin nîvê wê jî bifiroşin. Di destê me de dimînin. Heke ew rewş û qeyran wiha berdewam bike em ê neçarin vegerin malên xwe.”
‘Em bi bêrika vala diçin malê’
Necla Kaplan jî nêzî 2 sal in di bazarê de dixebite bilêv kir ku ew gelek caran bêrika wan vala diçin malê û wiha axivî: “ Em pereyek zêde nagirin. Ji sibehê de heya êvarê dixebitin û tenê dikarin pêdiviyên xwe yên rojane bînin cih. Em naxwazin muxtacê tu kesê bibin. Em dixwazin li ser piyên xwe bisekinin lê belê qeyrana aborî li ser me bandorek gelek xirab pêk anî. Em gelek kêm qezenc dikin. Berê de mûşteriyan dihatin 3 kîlo digirtin lê niha nîv kilo dikirin. Gava bihabûn tune be gel dikare qasî pêdîviyê xwe bikirin. Em ji vê rewşê gelek aciz in. Pereyên ku em qezenc dikin bi tu şiklî têra me nake. Her wiha em gelek caran bi bêrika vala diçin mal. Em aboriyek serbixwe dixwazin lê ji bo wê jî bi qeyrana aborî pêşiya me tê girtin. Divê dengê welatiyan bê bihîstin. Hemû kes mexdûr in. Mixabin jin li bazarê jî bindest dibin. Em jî ji bo ku bindest nebin naxwazin xwe muxtacê tu kesî bikin. Bila di qada aboriyê de newêkhêviya jin û mêrê neyê kirin. Em êdî nikarin fatureyên xwe jî bidin. Hem gaza xwezayî û hem kimor bihabûye. Hemû heqdestê me ji bacayan re diçe."
‘Welatî tên bihayan temaşe dikin û diçin’
Herî dawî jî Salîha Yavûz a ku 4 sal in di bazarê de dixebite axivî û balê kişand li ser şert û mercên jinên bazarê û wiha bi lêv kir: “Em li bazarê di şert û mercên dijwar de dixebitin. Karê bazarê wek karê mêran tê dîtin. Wek karêkê bi hêza fizîkî tê dîtin. Li gorî rewşa aboriyê karê me jî diguhere. Berê de karê me baş bû. Lê êdî em dibînin ku kartol û pîvaz jî bihabûne. Welatî tên bihayan temaşe dikin û diçin. Gelek kes wextê êvaran, gava ku bazar tê girtin tên. Ji bo ku sebze û fêkiyên hin erzantir bigirin. Gava nakirin, ew tişt hemû di destê me de dimînin û bi demê re dirizin û em nikarin wan bifiroşin jî. Tevî wan rewşan êdî baweriya me bi çareseriyê tune. Divê rayederên dewletê derfetên aborî ji bo gel çêke. Pirsgirêka bêkariyê çareser bike. Lê şûna wan, tenê bihayên tiştan zêde dike.”