Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê vê mehê bal kişand ser 25'ê Mijdarê
- 11:49 15 Mijdar 2021
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi munasebata 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi sernava "Li dijî tundiya mêr dewletê li kuçe, cihê kar û kolanan raperîn" hat weşandin.
26'emîn hejmara Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi munasebata 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bal kişand ser tundîya li dijî jinê û têkoşîna jinê. Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi munasebata 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi sernava "Li dijî tundiya mêr dewletê li kuçe, cihê kar û kolanan raperîn" hat weşandin.
Serenavên di hejmara 26'an de cih digirin wiha ne:
*Ji jinên ji 7 welatên Rojhilara Navîn me rojeva 25'ê Mijdarê pirs kir: Dagirkerî, tundî, têkoşîn / Hicran Urun - gotubêj
*Belavkirina jêderka tundiyê / Ruşen Seydaoglu
*Yasemin Çakal: Em ê hesabê hemû jinan pirs bikin / Nevin Cerav - gotubêj
*Kincê Leylayê / Firdevs Hoşer
*Însiyatîfa Aştiyê ya Femînîst: Çareserî nebûna artêşê ye / Bianca Pessoa - gotubêj
*Sedemên psîko-sosyal ên tundiya li ser jinê / Aysun Çeper
*Polîtîkayeke dewletê ye: Heta kevir diavêjin bila fuhuşê bikin / Heval Arslan
*Suware Çûçikan: Sumeyra / Meltem Înci