Li Qoserê şahiya dengbêjan
- 19:55 18 Kanûn 2021
- Çand û Huner
MÊRDÎN - Şevbihêrka dengbêjan a ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve li Qoserê hat lidarxistin rastî elqeyek mezin a nîştecihên qezê hat.
Ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) ve li navçeya Qosera Mêrdînê şevbihêrka dengbêjan hate organîzekirin. Dengbêj Mihemed Zîreg, Xalîde û Omer Semîn li ser dikê cih girtin. Di şevbihêrkê de rêxistina HDP'ê ya navçe û bajêr di nav de gelek welatî beşdar bûn.
Şahî li gel kilam û çepikên temaşevanan bi dawî bu.