'Antolojiya Êşên Jinan' hat weşandin
- 11:33 21 Kanûn 2021
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya ked û xebata jinan ji aliyê Weşanxaneya Na'yê ve pirtûka bi navê 'Antolojiya Êşên Jinan' hat weşandin. Di pirtûkê de 20 çîrokên kurdî yên ji aliyê 20 jinan ve hatine nivîsandin cih digirin.
Di çarçoveya projeyekê de 20 jinan bi pêşengiya nivîskar Yasemîn Elban 20 çîrok nivîsandin. Jinan çîrokên xwe bi navê “20 Jin 20 Çîrok - Antolojiya Êşên Jinan” weke pirtûk ji Weşanxanxaya Na’yê çap kirin. Her jinekê bi çîrokekê hem êşa xwe hem jî hestên xwe vegotine.
‘Di çîrokan de lehengê êş kişandî hertim jin e’
Li ser berga pirtûkê ev tişt hatiye nivîsandin: “Her jinekê çîrokeke xwe heye; tu li serborî û jiyana kîjan jinê binêrî, bêguman wê tê de êş xuya bike. Di çîrokan de lehengê êş kişandî hertim jin e. Jin stûna çîrokê ye, stûna çîroka jiyanê. Loma jinên nivîskar bi van berheman vê stûnê zexmtir kirine û jiyan xweşiktir.”
Bi zaravayên cuda yên kurdî çîrok hatin nivîsandin
Ji çîrokan yek bi soranî yek jî bi kirmanckî û 18 jê jî bi kurmancî ne.
Jinên ku bi çîrokên xwe beşdarî vê projeyê bûne, navên wan û navên çîrokên wan wiha ne:
Gullan- Leyla Qadirî
Gola Meyandî - Leyla Mexso Berazî
Nameya Kuştinê - Narîn Omer Seyfedîn
Dora Desmalê - Mîdiye Berekat
Bextan Reş Nekin - Hind Ebdelo
Kevirê Heneyê – Yasemîn Elban
Gundê Dînan – Kurdiye Irgat
Jana Perperokê - Nesrîn Rojkan
Egît - Umît Fatma Firat
Qolinc - Nerîman Yagiz
Bêxîreto! - Gula Almastê
Mirîstan - Gulgeş Deryaspi
Aqilê Wê Jê Nebirî - Evîn Hesen
Ji Vî Welatî Dernakevim - Vejîna Kurd
Vanêlya - Merwa Birîm
Nikulê Beytikê - Berfîn Dîcle
Qêrîniya Bêdeng – Sewda
Perîqa Qaqlîbazê - Laleşa Ûsiv
Ez, Baran û Pira As - Amîne Pîrozxan
Bextê Reş - Sultan Yaray