'Gelo çend zarok bi kurdî diaxivin?'
- 09:16 27 Gulan 2022
- Çand û Huner
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Endama KASED’ê Salîha Ayata balkişand ser zextên li hemberî zimanê kurdî û got: “Divê kurdî bê axaftin. Divê kurdî bê lîstin û bê jiyîn.”
Nivîskar Ronayî Onen jî wiha axivî: “Em ê hem ji bo kurdî hem jî ji bo mafên kurdan têbikoşin.
Zextên li ser zimanê kurdî didomin û Gelê Kurd jî li dijî zext û êrişan bi xwedîderketina li têkoşînê dibin bersiv. Bi taybet di 15’ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî de dewletê carek din polîtîkayên şer danî holê û li gelek bajaran destûr neda hunermendên kurd derkevin ser dîkê.
Endama Komeleya Wêje Huner û Çandê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata û nivîskar Ronayî Onen der barê polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê de nirxandin kirin.
Çand û ziman ji bo gelan girîng e
Salîhayê da zanîn ku ku çand û ziman hebûne, rengê civakê ye û wiha daxuyand: “Tişta gelan ji hev cuda dike ziman û çande. Ji ber vê çand û ziman gelek girîng e. Hebûna mirova ne. Dema bê xwestin nasname bê tunekirin ewil ziman ji holê tê rakirin.”
Salîhayê destnîşan kir ku dewlet ji bo gelekî tune bike ewil jinê hedef digire û wiha dirêjî dayê: “Di rewşa jin bê asîmîlekirin de nifş dikare bê asîmîlekirin. Jin hebûn, çand û nasnameyê diparêze. Ji ber vê jî jin her tim li dijî şer disekinin û xwedî li hişê xwe derdikevin. Ziman hebûne. Divê em zimanê xwe biparêzin. Em bi kurdî biaxivin, bilîzin û bijîn.”
Gelo çend zarok bi kurdî diaxivin?
Salîhayê, diyar kir ku li welatên din her malbat zimanê xwe diaxivin û wiha dawî lê anî: “Lê li Tirkiyeyê malbat bi fikara ku wê zarok serkeftî nebin tirkî diaxivin. Em neheqiya herî mezin li zarokan dikin. Em wan bi sînor dikin. Ger zarok zimanê xwe yê dayikê bizanibin wê zimanên din jî baş fêr bibin. Em divê xwedî li zimanê xwe derkevin. Em peywirê didin ser milê saziyan. Jenerasyona nû diçe qursan. Lê ev neçareseriye. Çareserî li malê ye. Divê em li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Divê em wisa xwedî li çanda xwe derkevin. Divê em bipirsin gelo li Tirkiyeyê çend zarok bi kurdî diaxifin? Ji bo kurdî tune nebe divê em bi zarokan re kurdî biaxivin.”
‘Dewlet dizane bandora jinê çawa li ser zimane’
Ronayî Onen jî balkişand ser rola avabûna nasnameya mirov û wiha daxuyand: “Ji bo hebûna kurd bidome divê kurdî zindî bimîne. Dewlet bandora jinê ya li ser ziman dizane û ji ber vê zextan zêde dike. Dewlet jinan wek qada êrişê dibîne. Zextan li ser jinan dike. Vê jî wek mêrtî û wek serkeftinê dibîne. Desthilatdarî dixwaze jinan desteser bike û desthilatdariya xwe mezin bike. Yanî pirsgirêka ziman û pirsgirêka kurd ji hev cuda nînin. Divê ev bi hev re bê dest girtin. Em ê ji bo kurdî û mafên kurdan têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî zayendperestiyê jî têkoşîna xwe mezin bikin.”