Li Stockholmê panela 25’ê Mijdarê
- 14:02 25 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Swêd Stockholmê panela 25’ê Mijdarê hate lidarxistin, îşaret bi girîngiya rêxistinbûn û xweparastinê hate kirin.
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê, li paytexta Swêd Stockholmê panel hatin lidarxistin.
Semîner li lokala NCDK Stockholm hate lidarxistin. Hevseroka KNK’ê Zeynep Muradî weke axatvan beşdarî semînerê bû. Di destpêka semînerê de ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin û yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin.
Berdevka YJK-Îskandînavya Ayşe Dîdar bi kurtî qala dîroka 25’ê Mijdarê kir û diyar kir ku di tevahiya dîrokê de jin li malê bûye hedefa mêr û li kolanê jî bûye hedefa dewletê. Ayşe Dîdar anî ziman ku piraniya quralên ku jiyana jinê diyar dikin, ji aliyê desthilatdariya mêr ve tên diyarkirin û got, jin wê vê zilmê qebûl nekin.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Muradî têkildarî tundiya li ser jinê û polîtîkayên qirkirina jinê yên li her çar parçeyên Kurdistanê, semîner da û bilêv kir ku li her parçeyeke Kurdistanê, dewlet bi taybetî êrîşî jinan dikin û dixwazin di şexsê jinê de civakê tune bikin.
Zeyneb Muradî ragihand ku dewletên faşîst ji hêza jinê ditirsin û got: “Qetilkirina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Evîn Goyî, Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Behadîn, nîşan dide ku jinên Kurd ên pêşeng di hedefa dewletên faşîst de ne. Ez jinên hatine qetilkirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Wezîfeyên we yên dîrokî hene. Her jina ku tê qetilkirin, ji bo me tê wateya hîn zêdetir rêxistinbûn, têkoşîn û xweparastinê.”
Zeyneb Muradî destnîşan kir ku li dijî gelê Kurd û jinên Kurd şerekî zihniyetê tê domandin û wiha axivî: “Şêwazî herî giran ê şer, li dijî gelê Kurd tê meşandin. Li dijî rêbazên şerê qirêj ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin, berxwedana jinê û rêxistinbûna wê ji her kesê re bûye moraleke mezin. Em berxwedanê ji dayik û dapîrên xwe fêr bûne. Lewma her tevgera ku jin lê ye, bi serketî ye. Berxwedana jinê jiyanê hîn jî bedew dike. Qedexekirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ji aliyê walîtiya Amedê ve, ne tesaduf e. Ev yek nîşan dide ku faşîzma AKP-MHP’ê ji jiyana ku li dora jinê hatî hûnandin, ditirse. Em biryareke wiha nas nakin! Li her devera jiyanê, ji bajarên mezin ên cîhanê heta her derê, felsefeya me ya esas a jiyanê, ‘Jin, Jiyan Azadî’ ye.”