Di Mîhrîcana Navneteweyî ya Gelawêj de pirtûkên Abdullah Ocalan

  • 12:08 28 Gulan 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 25’emîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Gelawêj de pirtûkên Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan tên pêşandan. Wê mîhrîcan heta dawiya mehê berdewam bike.
 
Di çarçoveya bernameya 25’emîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Gelawêj de, di roja sêyemîn de pêşangeha pirtûkên li Kargeha Cîgare ya Silêmaniyê berdewam dike. Zêdetirî 25 weşanxaneyên Herêma Kurdistanê û Iraqê tevlî pêşangehê bûne.
 
Wê pêşangeh heta 31’ê gulanê bedewam bike. Gelek pirtûkên navdar ên cîhanê di pêşangehê de hene. Beşek ji berhemên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hene.
 
Pirtûkên Abdullah Ocalan ên weke, Parastina Mirovê Azad, Şoreşa Nû, Jiyana Civakî, Dadgeha Dîrokê, Hîmê Jiyana Azad ji aliyê Navendên Xezelnus, Cemal Îrfan û Pirtûkxaneya Wişe ve hate pêşandan.