Jinên Sineyî serdana gorên jinên pakrewan kirin

  • 13:18 25 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sine jinan bi boneya 25’ê Mijdarê serdana gorên jinên canê xwe fedakirine kirin û israra xwe ya ji bo rakirina her cure tundiya li ser jinê dubare kirin.
 
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalakvanên jin ên bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Beramberî Jinan, serdana gorên jin ên canên xwe fedakirine kirin.
 
Jinan piştî destegul danîn ser gorên jinan, deqeyek rêz ji bo giyanê tevahî pakrewanên rêya azadiyê girtin. Her wiha israra xwe ya ji bo rakirina her cure tundiya li ser jinê dubare kirin.
 
Hate diyarkirin ku çalakvanan serdana gorên jinên Kurd ên Nesrîn û Şehla Keabî, du xwişkên hemşîre yên ji Seqizê kirin ku ji aliyê Îranê ve li sala 1980’an de hatibûn darvekirin.
 
Jinan diyar kirin ku ew tundiya li ser jinê di serî de tundiya dewletî, civakî û aborî bi tundî şermezar dikin û tekezî li ser girîngî û pêwîstiya jinan ya ku bi hêz û vîna xwe ya li dijî vê tundiyê têbikoşin kirin.
 
Her wiha çalakvanên jin ê Sineyê destnîşankirin ku jin hêzeke bibandor û pêşverû ye ji bo guhertin û afirandina pêşerojeke dûrî tundiyê.
 
Çalakiya jinên Sineyê bi berzkirina dirûşmeyên "Ez jin im" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.