Ji TJK-F'ê banga tevlîbûna Festîvala Jinên Kurd

  • 12:15 16 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-F, têkildarî 6'emîn Festîvala Jinên Kurd a ku dê di 18'ê hezîranê de bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir. 
 
Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK) derbarê Festîvala Jinên Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “10 sal berê sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Di 23’yê kanûnê de jî hunermend Mîr Perwer, Abdurahman Kizil û Emîne Kara (Evîn Goyî) hatin qetilkirin. Em 10 sal in têkoşîna heqîqet û edaletê dimeşînin. Yek ji parçeyê vê têkoşîna me jî Festîvala Jinan a Fîdan Dogan e. Me îsal vê festîvala xwe diyarî Evîn Goyî ya ku li Parîsê hatibû qetilkirin, kir.
 
Wê festîvala me ya îsal di 18’ê Hezîranê de bi dirûşma‘Jin, jiyan, azadî’ li Qada Stalîngradê were kirin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi awayekî xurt tevlî vê festîvalê bibin.”