Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê hat vexwendin
- 10:08 24 Mijdar 2024
- Rojane
DÊRSIM- Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, ku duh bi şev hewl da bê binçavkirin, piştî girseyê bertek nîşan da, nehat binçavkirin, ji bo îfadeyê hat vexwendin.
Duh bi şev hewl hat dayîn Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bê binçavkirin. Ji ber bertekên girseyê Bîrsen Orhan, nehat binçavkirin. Bîrsen Orhan a der barê wê de biryara binçavkirinê heye, danê vê sibehê ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Polîsan a Dêrsimê.
Bîrsen Orhan û parêzerên wê çûn midûriyeta polîsan. Tê payîn ku îfadeya Bîrsen Orhan bê girtin.