Roza Metîna: Min ji jinên têkoşer feyz girt û nivîsî

  • 09:03 11 Tîrmeh 2023
  • Çand û Huner
 
Sema Çaglak
 
AMED - Pirtûka Roza Metîna “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” a ji 7 çîrokan pêk tê ji Weşanxaneya Aryenê, derket. Roza, destnîşan kir ku pirtûka wê li dijî hişmendiya baviksalar bahsa  têkoşîna jinên kurd dike û diyar kir ku wê ji jinên têkoşer feyz girtiye û nivîsiye.  
 
Pirtûka Roza Metîna “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” a ji 7 çîrokan pêk tê ji Weşanxaneya Aryenê, derket. Wêneyê berga pirtûkê ji aliyê Zehra Dogan ve hatiye xêzkirin. Ev berhema Roza Metîna ya şeşemîn e. Di çîrokên hatine nivîsandin de jin li pêş in û piraniya karakteran ji jinan pêk tê. Ligel vê motîfên kurdewar jî di pirtûkê de xwe nîşan didin. 
 
Roza Metîna ji me re bahsa pirtûka xwe ya çîrokan kir û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê. 
 
Rozayê di serî de  bal kişand  ser girîngiya zimanê kurdî  di wêjeyê de û wiha axivî: “Wêjeya ku bi zimanê zikmakî were pêşxistin xwedî taybetmendiyeke girîng e.  Ji ber ku ziman hem nasnameya gelekî ye hem jî rêbazekê xweparastin û îfadekirinê ye. Loma min xwest ku pirtûkên xwe bi zimanê xwe binivîsim.  Min 3 pirtûkên helbestan, pirtûkek jî ya çîrokên zarokan derxit û her wiha min antolojya helbest û çîrokên zindanan jî amadekir. Min ev amadekarî jî bi zimanê kurdî kir. Ji ber ku nivîsandina bi zimankê din xizmeta zimanê kurdî nake. Ji bo parastina bîr û nirxên civakê pêdivî bi nivîsandina bi zimanê dayikê heye. Her kesên ku dixwazin zimanê kurdî pêş bikeve divê xwedî li berhemên kurdî derkevin. Ji ber ku heke xwedî lê derkevin wê zêdetir berhemên bi kurdî derkevin û ew jî bandora erênî li ser wêjeya kurdî dike.”
 
‘Di naveroka çîrokan de leheng jin in’
 
Di wêjeyê de berhemên ku tê derxistin rol û mîsyona jinê jî girîng e. Di gelek roman, çîrok û gotarên ku ji aliyê mêran ve tên nivîsandin rol û misyonekê gelek lawaz a jinê heye. Gelek qalib û gotinên zayendperest tên bikaranîn. Loma jî pênaseya jinê ya li hemberê vê hişmendiyê girîng e. Gava wêje ji gotinên zayendperest were parastin ji hişmendiya baviksalarî jî tê parastin. Bi taybetî jî di berhema xwe ya “Guliyên ji bêhna şimamokan” de min hemû çîrokên xwe li ser jinê nivisîne. Wekî Dayê Taybet, Cemîle, Sakîne, Sêvê û jinên ku di têkoşîna doza kurd de  berdel dane min kirin mijara pirtûka xwe. Di naveroka çîrokên min de jî leheng jin in. Her wiha jinên ku li dijî vê zîhniyeta baviksalar ku li ber xwe dane di pirtûkê de li pêş in. Ji aliyekê ve jî li ser motîfên kurdewarî jî sekinîm. Def, şimamok, deq û kitanên spî di jiyana kurdan de xwedî cihekî taybet in. Ango bi qasî ji destê min hat min motîfên kurdî jî bi kar anîn ku ew wekî arşîvekê bimînin.”
 
‘Hestên du jinan di berhemê de hatin gel hev’
 
Rozayê, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hestên jinan di cihekê hevpar de tên gel hev û got: “Ez dixwazim balê bikşînin ser hestên jinan ku çawa di pirtûkê de hatine gel hev. Berga pirtûkê ji aliyê Zehra Dogan ve hatiye xêzkirin. Naverok û wêneyê berga pîrtûkê lihev hatin. Loma hestên du jinan li cihekî hevpar gihaştin hev. Hêviya me ew e ku hestên jinan li cihên hevpar werin gel hev û bi rihê kollektîf bigihêjin hev.”
 
‘Ji têkoşîna jinan feyz girt’
 
Rozayê ku herî zêde ji dayika xwe bibandor bûye, anî ziman ku ji têkoşîna jin û dayikan feyz girtiye. Roza, got: “Wextê ku min ev çîrok nivisîn ji jinên ku di qada têkoşînê de li ber xwe dane feyz girt. Gava min li ser dayika Taybet nivisî ez gelek bibandor bûm û rondikên min li ser kaxizê bariyan. Ew têkoşîna ku malbata min a li dijî sisteme dabû hat bîra min. Lewra hîskirin di nivîsînê de gelek girîng e. Pirtûka min di 15’ê Gulanê de derket. Bi taybetî jî min xwest di cejna zimanê kurdî de derkeve.”
 
Wateya navê Gulîyên ji bêhna şimamokan
 
Rozayê di  dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pirtûka wê di heman demê de xêzên ji zarokatiya wê ye û ev tişt anî ziman: “Gulî di jiyana kurdan de cihekî taybet digirin. Tê bîra min gava jinên kurd ji malbata wan kesekî jiyana xwe jidest dida gulîyên xwe jê dikirin. Wekî rêbazek şîngirtinê bû. Lê belê gulî, ne tenê şîn girtin di heman demê de ji bo jinên kur wekê sembolekê ne. Her wiha min îlham ji guliyên dayika xwe girt. Gulîyên diya min stûr û dirêj bûn. Şimamok jî ji bîranînên min ên zarokatiyê tê. Her wiha şimamok ji bo kurdan bi wate ye.”
 
Roza Metîna kî ye?
 
Nivîskar û rojnameger Roza Metîna li Gundê Fitnê yê Dêrika Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û ya amadekariyê li Dêrikê qedandiye, paşê li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Gihaştina Zarokan xwendiye. Heta niha rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê û PEN'a Kurd de peywir girtiye ser milen xwe. Roza niha di JINNEWS’ê dixebite.