Xwişka Alî Çîçek: Baweriya me ya bi têkoşîna azadiyê tam e

  • 09:11 2 Adar 2025
  • Rojane
 
Derya Ren
 
RIHA - Xwişka Alî Çîçek, Ayşe Çîçek der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û got: “Baweriya me ya bi têkoşîna azadiyê tam e. Lê em bi dewletê bawer nakin.” 
 
Li Tirkiyeyê bi darbeya 12’ê îlona 1980’ê li zindana Amedê Esat Oktay îşkenceyên giran li girtiyan kir. Girtiyên PKK’yî li dijî vê li berxwe dan. Kemal Pîr û komek girtiyan di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de dest bi rojiya mirinê kirin. Di 2’yê Îlonê de Kemal Pîr, di 12’ê Îlonê de Hayrî Dûrmûş, di 15’ê Îlonê de Akîf Yilmaz û di 17’ê Îlonê de jî Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan.
 
Alî Çîçek li Curnê Reş a Rihayê li gundê Kabahaydar di 1961’ê de tê dinê û di temenê biçûk de têkoşîna azadiya Kurd nas dike. Alî Çîçek piştî demekê tevli têkoşînê dibe û di navbera 1979-80’ê de tê herêmê û tê binçavkirin. 65 rojan di bin çavan de îşkenceyên giran dibîne. Alî Çîçek yek ji şexsiyetên girîng ê berxwedana Zindana Amedê ye. 
 
Heyeta DEM Partiyê di 27’ê Sibatê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn pêk anî. Piştî vê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Abdullah Ocalan hat deklerekirin.
 
Xwişka Alî Çîçek, Ayşe Çîçek der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Baweriya me ya bi têkoşîna azadiyê tam e’
 
Ayşe Çîçek got ew aştiyeke mayînde dixwazin û wiha got: “Me bedelên mezin dan. Em di mijara ku wê aştiyeke çawa be de bi fikar in. Aştî ji bo me hemûyan baş e. Baweriya me ya bi têkoşîna azadiyê tam e, lê em bi dewletê bawer nakin. Dewlet dibêje lê gavên şênber bê avêtin neyê avêtin em nizanin.”
 
‘Em bi dewletê bawer nakin’
 
Ayşe Çîçek bal kişand ser hevdîtinan û daxuyand ku dewlet dualî tevdigere û wiha vegot:”Her roj kes tên girtin. Rojnameger tên girtin. Qeyûm tên tayînkirin. Çima îradeya gel tê xespkirin? Ji ber vê em bi dewletê bawer nakin. Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Em nikarin biçin ser gora şehîdên xwe. Astengî hene.  Alî bijiya wê pêvajo pir baş binirxanda. Alî gotibû wê  teqez rojekê aştî bê. Baweriya wan bi aştiyê tam bû. Tevî evqas îşkence baweriya wan bi aştiyê tam bû. Bi saya bedelên hatiye dayîn îro aştî tê axaftin. Ez bang li hemû kesî dikim. Werin piştgiriyê bidin pêvajoyê. Em bi hev re aştiyê bînin.”