Jina bi guman şewitî jiyana xwe ji dest da

  • 20:12 20 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Li navçeya Soran a Hewlêrê  jina ku berî çend rojan bi guman ji ber agir şewitîbû, jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê jina Kurd a bi navê Aşna Ferhad a li navçeya Soran ya ser bi Hewlêrê dijî, bi guman şewitî û  li Nexweşxaneya Şewatê ya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî ajansê di 18’ê Nîsanê de li taxa Îskan ya navçeya Soran a Hewlêrê ji ber teqîna sobeyê jina bi navê Aşna Ferhad û du zarokên xwe şewitîbûn. Piştre veguhestibûn Nexweşxaneya Lezgîn a Hewlêrê. Piştî du rojan ji ber giraniya birînan Aşna Ferhad jiyana xwe ji dest da.