
'Divê rojnamevanên jin azad tev bigerin'
- 09:02 3 Adar 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên li Helebê yên bertek nîşanî êriş û gefxwarina li rojnamegeran dan diyar kirin ku divê ew dengê nûçegihanên tên astengkirin bilind bikin û wiha gotin:"Divê rojnamevanên jin azad tev bigerin."
Li Helebê û li Rojavayê Kurdistanê rojnamevan dibin hedef, gef li wan tên xwarin. Di bin siya şer de rojnameger tên qetilkirin. Di bin hedefa Tirkiyeyê û HTŞ'ê. Li Helebê jî gef li jinên rojnameger tên xwarin û karê wan tê astengkirin. Li dijî êriş û gefxwarina li rojnamevanan jinên li Helebê bertekên xwe nîşan dan û wiha gotin:"Bi taybet di milê parastina jinê ya di Sûriyeya nû de nûçegîhantiya jinê bi serê xwe dengê rastiyê ye. Lewma divê em dengê jinê bigihînin tevahî civakê."
'Yên ku şopa rasteqîn dihêlin nûçegihanên jin in'
Ji Rêveberiya Ofîsa Ragîhandinê ya Partiya Gel a li bajarê Helebê, Necla Çerkes wiha got:"Îro bi hilweşîna rêjîma Baas'ê em ber bi avakirina Sûriyeya nû ve diçin, lê heya ku demokrasî bê divê hemû qad cihê xwe tê de bigrin û di serî de jin, daxwaza me ji hikumeta Şamê ew e ku bi carekê rola jinên rojnamevan, nûçegîhan paşguh nekin. Di Sûriyeya nû de, ji ber ên ku dengê rastiya Sûriyeyê û dengê jinên Sûriyeyê bigihînin cîhan û raya giştî rojnemevanên jin in. Yên ku şopa rasteqîn dihêlin bê guman nûçegîhanên jin in."
'Divê li hember azadiyê sînor tune be'
Di dirêjiya axaftina xwe de Necla Çerkes derbarê gefxwarina nûçegîhana jin a li Helebê wiha got:"Me gelek agahî û nûçe dîtin. Nûçegihanên jin hem hatin hedefgirtin hem jî gef li wan hat xwarin lewma em jî weke xebatkarên jin di qada ragîhandinê de daxwaza me ew e ku nûçegihanên jin bi yek carî neyên hedefgirtin û ne jî gef li wan bê xwarin. Ji ber ku nûçegihantî azadî ye divê sînor ji azadiya wan re neyê dayin."
'Nûçegîhantiya jinê dengê rastiyê ye'
Di heman demê de jî pêşkêşvan û nûçegîhana jin Narîman Şêxo jî nerazîbûna xwe li hember astengkirina xebatên nûçegihanên jin anî ziman û wiha got:"Di roja me ya îro de xebata ragihandinê xwedî girîngiyek bê sînor e. Bi taybet di milê parastina jinê ya di Sûriyeya nû de nûçegîhantiya jinê bi serê xwe dengê rastiyê ye. Lewma divê em dengê jinê bigihînin tevahî civakê."
'Divê em dengê nûçegihanên tê astengkirin bilind bikin'
Narîman Şêxo da zanîn gefxwarina li rojnamegerên jin nayê qebûlkirin û wiha got:" Beriya demekê yek ji nûçegihanên jin li bajarê Helebê gef lê hat xwarin. Lewma daxwaza me ya sereke ew e ku ew nûçegihan û tevahî nûçegihanên jin werin parastin. Di heman demê de jî ji erka me ye em weke rojnemevanên jin dengê wê nûçegihanê bigihînin civakê tevde. Divê em dengê nûçegihanên tê astengkirin bilind bikin."
'Divê mafê jinan neyên çewisandin'
Nûçegîhan Rewan Lejîn jî nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir û wiha got:"Di avakirina Sûriyeya nû de divê tu carî mafê jinan neyên çewisandin. Ji bo vêya jî em ê li berxwe bidin û em ê weke nûçegihanên jin ji bo tevahî jinan bibin palpişt. Her wiha yek jê ya herî girîng divê em rêxistinbûyina xwe xurt bikin û piştgiriya me bê kirin da ku em armanc û daxwazên xwe di welatê xwe de pêk bînin her wiha em di her qadên jiyanê de cihê xwe bigirin."