
Li Akbelenê rant li Cûdiyê polîtîkayên şêrê taybet
- 09:03 29 Tîrmeh 2023
- Ekolojî
Nazlican Yildiz
ÎZMÎR - Jinên der barê qirkirina daran a li Akbelen û Cûdiyê de axivîn, diyar kirin ku tiştên li Cûdî tên jiyîn zêde bertekan nabînin û gotin tiştên li Akbelen Cûdî tên jiyîn ne tiştên ji hev cuda ne.
Li dijî qirkirina Daristanên Akbelenê yên li Îkizkoya navçeya Mîlas a Mûglayê, ji bo komirê bidin Santralên Termîk ên Yenîkoyê Kemerkoyê yên girêdayî Holdînga Limakê, berxwedan didome. Li aliyê din bi hinceta ewlehiyê li herêma Besta û Cûdî ya Şirnexê di 8’ê cotmeha 220’an de qirkirina daran ya hatibû destpêkirin hîna di rojevê de ye. Şewata li Cûdî destpêkiribû jî mudaxeleya wê nehatibû kirin û ev bibû sedema bertekan. Welatiyên herêmê ku xwestibûn pêşî li şewatê bigirin hatibûn astengkirin.
Jinan diyar kirin ku li Akbelenê bi armanca rantê şîrket tê parastin û li Cûdî jî bi armanca ku herêm bê mirov bê hiştin şewat û birîna daran tê kirin. Jinan got dengê ji bo Akbelen dertê divê ji bo Cûdî jî bê bilindkirin.
‘Xweza yek e’
‘Divê Cûdî jî bê parastin’
'Sedem polîtîkayên şerê taybet e'
Besriyeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku qirkirina daran ya li Cûdî, tê wateya mudaxaleya mafê jiyana gelê Kurd û wiha dawî lê anî: “Armanc ev e ku herêm bê mirov bê hiştin. Ev jî zilmek din e. Dewlet li ser gelê Kurd polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Divê ev wisa bê dîtin. Îro çawa ji bo Akbelen deng tê derxistin divê ji bo Cûdî jî deng bê bilindkirin. Mixabin dema mijar dibe herêma Kurd zêde deng nayên derxistin. Divê ev bê zanîn.”
‘Tu cudahî di navbera wan de tune ye’