Komkujiyên li ser jinan ne munferît, sîstematîk in
- 09:03 4 Tebax 2024
- Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
ÎZMÎR - Parêzera ÇHD'ê Hatîce Aslan Atabay, der barê polîtîkayên bêcezakirinê yên qetlîamên jinan, helwestên kiryaran ên di pêvajoyên dadgehan de û biryarên dadgehê de axivî û diyar kir ku haya kiryar ji polîtîkayên bêcezakirinê heye û ji bo parastinê ti hewldaneke samîmî nîne.
Di vê pêvajoya ku roj bi roj tundî, tacîz û tecawiza li ser jinan zêde dibe û her roj 7-8 jin tên qetilkirin de, ji ber polîtîkayên bêcezakirinê yên ku dibin sedema van hemûyan, kiryar bi cesareta xwe ya ji darazê tundiyê zêde dikin. Bi taybetî di rûniştinên ku kiryarên jinan qetil kirine de em vê yekê dibînin. Di vê sîstemê de ku sûcdar bi polîtîkayên bêcezakirinê tên xelatkirin, şîdet ji aliyê darazê ve tê meşrûkirin. Bi biryarên dadgehan şîdet wek dek û dolaban tê bikaranîn. Qanûna bi hejmara 6284'an ji aliyê hikûmet û alîgirên wê ve jî tê hedefgirtin.
Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) parêzer Hatîce Aslan Atabay, têkildarî polîtîkayên bêcezakirinê, kêmkirina axivî û diyar kir ku polîtîkayên bêcezakirinê perspektîfa mêraniyê nîşan dide. Hatîce bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan a li dijî biryarên dadgehê û got, "Ne tenê parêzer, jin jî bi dilsozî têkoşîna hiqûqî ya li dijî qetilkirina jinan dimeşînin."
'Kiryar ji polîtîkayên bêcezakirinê haydar in'
Hatîce, anî ziman ku di dozên kuştina jinan de, kiryar hêvî dike ku ceza negirin û got ku ev bendewarî gelek caran di biryarên darazê de pêk tê. Hatîce got, “Bi baweriya min hemû sûcdarên potansiyel hay ji vê polîtîkaya bêcezakirinê û nebûna hewldanên samîmî yên parastina jiyana jinan hene. Ev motîvasyona wan zêde dike. Her wiha tu astengî dernakeve. Ger pêwîstiya parastinê jinan be, parastin tenê li ser kaxezê ye. Di pratîkê de ti kesî berpirsyariya vê mijarê negirtiye ser xwe."
'Bi rastî zîhniyeteke ku divê li vir biguhere heye'
Hatîceyê bal kişand ser biryarên der barê qetlîamên jinan de û destnîşan kir ku gelek biryarên bi hincetên şaş hatine girtin û ev biryar ne ji aliyê hiqûqî û ne jî ji aliyê wijdanî ve ti îzahateke wan nîne. Hatîceyê got, "Gotina 'kuştina jinan polîtîk e' cihê xwe dibîne. Ji ber jin nayên parastin gelek caran jin tên qetilkirin. Li vir mijar ji rêziknameya qanûnî zêdetir pêkanîna bi bandor a rêziknameyê ye. Qanûna bi hejmara 6284'an bi awayekî bi bandor pêk nehatiye û mixabin Peymana Stenbolê ji holê hatiye rakirin. Nîqaşên li ser vê mijarê motîvasyona sûcdaran a ji bo şîdetê zêde dike. Bi rastî zîhniyeteke ku divê li vir biguhere heye.
'Bersûc beriya kuştina jinan daxistina ceza difikirin'
Hatîceyê destnîşan kir ku hema hema hemû sûcdar li dadgehan daxistina ceza dixwazin û destnîşan kir ku bersûc beriya kuştina jinan daxistina ceza dihesibînin. Hatîce got, “Ji ber vê yekê em gelek caran taktîkên parastinê yên ku di nav de heqaret li bîranîna miriyan tê kirin, dibînin. Ev pêvajoya darizandinê ji bo xizmên jinên hatine qetilkirin vediguherîne îşkenceyekê.
Têkoşîna hiqûqî tenê ji aliyê parêzeran ve nayê meşandin
Hatîceyê bal kişand kesên potansiyel û her wiha parêzer jî pêkanîn û guhertinên di qada hiqûqê de dişopînin û destnîşan kir ku ew dibînin dem bi dem bersûc tên xwedîkirin. Hatîceyê got, "Ji ber vê yekê têkoşîna hiqûqî jî perspektîfekê derdixe holê. Ji ber vê yekê divê were zanîn ku kuştina jinan ne munferît, sîstematîk e. Li welatekî ku rojê 8 jin lê têne kuştin, her kes berpirsiyar e ku li dijî sûcdarên potansiyel têkoşînek bi bandor û jidil bide. Lê ez difikirim ku berpirsiyariya herî zêde jin e. Li vî welatî di her rûniştina kuştina jinan de jin li ber derî, li hundir û derve li bendê ne. Ez ji dil dibêjim, ev jin jî çavkaniya motîvasyona min in. Ne tenê parêzer, jin jî ji dil têkoşîna hiqûqî ya li dijî kuştina jinan dimeşînin û heta ku em tiştekî neguherînin em ê têkoşîna xwe bidomînin û ez bi xwe vê têkoşînê pir bi qîmet dibînim."