Fuara pirtûkan a Kurdî eleqeyek mezin dibîne
- 22:08 18 Cotmeh 2024
- Rojane
ÊLIH - Fuara Pirtûkan a Kurdî ku li Êlihê hat destpêkirin û heta 20’ê cotmehê wê bidome, di roja sêyemîn de elqeyek mezin dît. Xwendevaran banga zêdetir xwedîketina li Kurdî û pirtûkên Kurdî kir.
Fuara Pirtûkan a Kurdî ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya ziman, Lêkolîn û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) û Egîtîm Senvê ve hat organîzekriin û wê heta 20’ê cotmehê bidome, di roja sêyemîn de berdeawm kir. Li parka Yimaz Guney stand hat vekirin.
Welatiyan eleqeyek mezin nîşan dan û bi nivîskaran re li ser pirtûkan dan û standina fikr û nêrînan kirin. Her wiha xwendekvanan li dijî dijminahiya li hember Kurdî banga xwedî derketinê kirin.