Eleqeyek mezin ji bo qursên kurdî heye

  • 11:40 13 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED - Ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî qursên kurdî yên li malên alîkariyê ya perwerdehiyê yên girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ku vekirine didin.
 
Ciwên li Mala Alîkariya perwerdehiyê ya Firat 1, Mala Alîkariya perwerdehiyê ya Alî Emîrî û Aqademiya Zanînê ku girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ne, eleqeyeke mezin nîşanî qursên kurdî dan. 240 xwendekaran serî li qursên ji bo ciwanên di navbera 8-14 salî de li sê malên piştgiriya perwerdehiyê tên dayîn, kirin. 
 
Ji ber eleqeya zêde hat diyarkirin di hefteyê de 2 saetên tên dayîn ji bo qursên kurdî li her maleke piştgiriya perwerdehiyê, dê him hejmar û him jî saetên qursan bêne zêdekirin.