ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 24 Mijdar 2024
  • Rojev
 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku diyar kir ku azadiya jinên hîmê azadiya civakê ye wiha got: “Ji bo azadî, wekhevî û demokrasiya rast, divê torên ku desthilatdariyê li dora jinên hûnadiye bên rakirin.” DOSYA 
 
*Li Wanê jinan derbarê 25’ê Mijdarê de axivîn û gotin: "Heta ku serî bê tewandin wê tundî jî bê kirin. Divê em jin li dijî vê bêdeng nemînin. Em serî natewînin. Heta ku bêdengî hebe wê tundî jî hebe." BI DÎMEN
 
*Jinan der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de bagn kirin û gotin: “Nîşaneya zîhniyeta serdet ya mêr ya bi hezaran salan tê jiyîn, qetilkirinên îro tên kirine. Em ê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ têkoşîna xwe mezin bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku li qadan dengê xwe bilind bikin.”  DÎMEN HEYE
 
*Nivîskar-lêkolîner Fatma Îzol diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan naşibe tecrîdên din û got: “Birêz Abdullah Ocalan ku xwedî unvana feylezofê serdemê ye, divê ji mafê hêviyê fêdeyê bigire.”  DÎMEN HEYE
 
* Aktîvîsta TJA'yê Fatma Ablay têkildarî meşa 25'ê Mijdarê ya li Êlihê ya bi şîara "Jin jiyan azadî" ya li dijî tundiya dewleta mêr tê lidarxistin, diyar kir ku ew ê li qadan bibin qadên ku jin lê bi azadî bijîn, li dijî hemû êrîşan wê li qadan bin. Fatma Ablay ji bo meşa mezin a sibehê li navendê wê, bê lidarxistin bang li welatiyan kir ku beşdar bibin.  DÎMEN HEYE
 
* Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, anî ziman ku gel li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Dêrsimê hat kirin, berxwedaneke xurt nîşan da, der barê polîtîkayên qeyûman ên hikûmeta AKP-MHP'ê de got, "Hûn nikarin îradeya gel bi astengên beton desteser bikin." DÎMEN HEYE